Jin li qadan e: Em ê berxwedanê mezin bikin

Jinên ku di hefteya 25’ê Mijdarê de daketin qadan, peyama mezinkirina berxwedanê dan.

Jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê ya Navneteweyî de, daketin qadan û peyama mezinkirina berxwedanê dan.

DÊRSIM

Platforma Jinan a Dêrsimê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji xwişkên Mirabal heta Jîna Emînî têkoşîna me didome” hat vekirin. Li ser navê Platformê, Hevseroka sendîkaya SES’ê ya Şaxa Dêrsimê Serap Kahraman axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî qeyûman, kedxwariyê û şer û tundiyê.

Serap Kahraman da zanîn ku li Dêrsimê nûçeyên tundiyê li pey hev tên û li aqûbeta Gulistan Dokû ya li Dêrsimê hat windakirin pirsî. Serap Kahraman bal kişand ser daxwazên jinan û got: "Em ê ji xwişkên Mîrabal, heta Jîna Emînî têkoşîna xwe bidomînin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

SEMSÛR

Platforma Jinan a Semsûrê li Parka Demokrastiyê daxuyanî dan. Eylem Yildirim di daxuyaniyê de li ser navê jinan axivî û got ku ew ê cîhanek azad û wekhev bi hev re ava bikin. Yildirim diyar kir ku li her aliyê welat ji Arjantînê heta Şîliyê, ji Polonyayê heta Efganîstanê berxwedana jinan mezin dibe û destnîşan kir ku piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildana li dijî dîktatoriyê destpê kiriye.

Yildirim wiha pêde çû: “Em weke jin wê di 25’ê Mijdarê de li dijî şîdetê, serhildana aştî, azadî û edaletê mezin dikin û li qadan e!”

MELETÎ

Endamên Platforma Jinan a Meletiyê li Parka Soykan hatin ba hev. Jinan pankarta “Em ê cîhanek azadî û wekhev, bi hev re ava bikin” û dovîzên li ser “Jin jiyan azadî” hatibûn nivîsîn hildan. li ser navê jinan Rêvebirya Şaxa Egîtîm-Senê Nûriye Yildiz axivî û got ku ew ê li dijî rêvebirên faşîzan, xwedî li kevneşopiya berxwedanê derbikevin.

DÎLOK

Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê xwest li Dîlokê ji derve daxuyaniyê bide, lê ji ber “qedexeya çalakî û merasîmê” ya ku walîtiyê îlan kirî, di hundir de daxuyanî dan. Jinan daxuyanî li avahiya Şaxa Egîtîm-Sen a Dîlokê da. Berdevka Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê Elîf Soyleyici di civînê de, metna daxuyaniyê ya hevpar ku li bajarên din jî dihat xwedin, xwend û got ku ew ê têkoşîn û berxwedana jinan mezin bikin.