Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê mezin bikin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê diyar kir, ku li dijî komkujî, şer û tecrîdê wê rêya sêyemîn ava bikin. Meclîsê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî tecrîda li Îmraliyê bang kir.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encama civîna xwe ya 29'ê Mijdarê eşkere kir.

Di encamnameyê de hate ragihandin, ku rêxistiniyên netewe dewlet ên bi serweriya mêr, ku bi jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hewl didin ji krîzên heyî yên giran derkevin, li raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' ya jinan ketin.

Encamnameyê wiha dewam kir: "Ev îsyana ku li dijî tundiya li jinê û komkujiyan li Îranê geş bû, îro li tevahiya cîhanê bûye dengê têkoşîn û berxwedanê. Sedema girankirina tundiya dewlet-mêr a li dijî jinan ew e ku ji vî dengî û raperînê ditirsin.

Polîtîkayên dijminatiya li jinê û êrîşkariya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li hemberî jinan ji vê rewşê cuda nîne. Jinên Kurd ên ku emrê xwe dane têkoşîna azadiyê ya jinê, careke din bûn hedefa desthilatdariya serwer a mêr a AKP-MHP'ê. Êrîşên destgîrkirinê yên li hemberî jinên Kurd hatin kirin, ji operasyonên li ser Rojava û Şengalê cuda nîne. Desthilatdarî dijminatiya xwe ya li Kurdan a li derve dike, li hundir jî bi êrîşên li ser têkoşîna jinên Kurd dewam dike. Eşkere ye ku bi vî rengî bi sorkirina şer û tundiyê dest bi karê hilbijartinê kiriye.

Ev êrîş jî encameke tirsa ji têkoşîna jinê ya enternasyonal e ku her tim mezin dibe. Ya ku hewl didin wê krîmînalîze bikin; têkoşîna jinê ye, raperîna me ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Em vê têgihiştinê qebûl nakin, red dikin û xwedî li têkoşîna xwe derdikevin."

'EM LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDIN'

Di dewama encamnameyê de hate destnîşankirin, ku armanca esasî ya polîtîkayên şer û tecrîdê, têkbirina dînamîkên jiyana nû ya xwe dispêre azadiya jinê ye û hate gotin, "Desthilatdarî dixwaze tecrîda ku li Îmraliyê da destpêkirin û li girtîgehan hemûyan belav kir, bike rejîmeke rêveberiyê. Girtîgeh niha navenda polîtîkayên tecrîdê ye. Sûcê li dijî mirovahiyê yê li Garîbe Gezer hate kirin nîşaneya şênber a vê yekê ye. Bi qanûnên xwe, bi polîtîkayên zext û tundiyê desthilatdarî hewl dide jinan bêdeng bike, bitepisîne. Li dijî van polîtîkayên tecrîdê yên desthilatdariyê, ji bilî berxwedan û têkşoînê rêyeke cuda nîne. Ji xwe helwesta Birêz Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê ku hevdîtina bi heyeta CPT re red kir, helwestek li dijî van polîtîkayên şer e. Li dijî bêhiqûqiya li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê, em ê her gavê banga xwe dubare bikin ku divê tavilê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Em ê dest ji berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê bernedin."

'BI ŞER Û TUNDIYÊ WÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'

Meclîsa Jinê ya HDP'ê ragihand, ku hêzên emperyal ên global ên li Rojhilata Navîn, şerê jinûve parvekirinê di serî de jin li dijî hemû hêzên demokratîk dimeşînin û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê destûra polîtîkayên şerê qirêj ê li dijî Kurdan û jinan, ji NATO'yê werdigire. Desthilatdariyeke welê ye ku bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de ku gumana sûcê şer kiriye, jê tê kirin.

Desthilatdarî ku bi afirandina krîz û kaosê diçe hilbijartinê, bi êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi karê hilbijartinê kiriye. Tevî ku kiryarê xwe diyar e jî êrîşa li Taksîmê ji xwe re kir hincet û êrîşên hewayî bir ser herêmê. Êrîş li dijî gelan, li dijî jiyana hevpar a jinan û li dijî şoreşa jinê ya Rojava tê kirin."

'JIN LI BER XIZANIYÊ RADIBIN'

Di encamnameyê de hate ragihandin, ku krîza aboriyê weke encameke polîtîkayên şer û tundiyê bandora herî giran li jinan dike û hate gotin, "Jinên ku li hemberî xizanî, bêkarî û birçîbûnê li ber xwe didin, mîna ku ev jî têrê nake, hewcedarî mêr têne hiştin. Keda jinê nayê dîtin û barê wê tê girankirin. Hewl tê dayin ku jin li malê bêne ragirtin û barê herî giran ê tundiya aboriyê bi polîtîkayên dijminatiya li keda jinê, li ser jinan tê ferzkirin. Jinên ku dibêjin, 'mûçeyê wekhev' li ber xizaniyê radibin."

'EM RÊYA 3'YEMÎN AVA DIKIN'

Meclîsa Jinê ya HDP'ê destnîşan kir ku herdu blokên heyî sîstema bi serweriya mêr a ku jinan qetil dike, newekheviya zayendî ya civakî kûr dike û xizaniyê zêde dike, ji nedîtî ve tên û got, "Em di navbera van herdu blokan de bêçare nînin. Li dijî krîz û xizaniyê, xeta me ya rêya 3'yemîn li dijî herdu blokên serwer tifaqeke dîrokî ye. Em jin, em ê jiyana demokratîk û azadîparêz bi hev re ava bikin."