Qetilkirina Hezer li du bajaran hate şermezarkirin

Qetilkirina Bahar Hezer li Riha û Mêrdînê hate şermezarkirin.

Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ji bo Rêvebera Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) Bahar Hezer a di 3’ê Kanûnê de li Rihayê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin, li du bajaran daxuyanî da.

Rêxistinên jinan ên Rihayê, Platforma Ked û Demokrasiyê, endamên odeya TMMOB’ê li ber avahiya Şaxa ÎMO’ê a Rihayê daxuyanî dan.

Rêvebera Odeya Plansazên Bajêr a Rihayê Elîf Erdem diyar kir, ku yên jinan qetil dikin bêceza dimînin û ev yek cesaretê dide kujeran û got: “Em dizanin qetilkirina jinan ne pirsgirêkek takekesî, lê civakî ye û tundiya li ser jinê polîtîk e.

Erdem anî ziman, ku têkoşîna wan li hemberî polîtîkayên li dijî jinê wê bidome.

Piştre li avahiya Odeya Endeyzarên Înşeatê li beşa ji bo Bahar Hezer hatibû amadekirin bîranîn pêk hat. 

MÊRDÎN

Desteya Koordînasyona Bajarê Mêrdînê ya TMMOB’ê jî li avahiya xwe daxuyanî da û Bahar Hezer bi bîr anî.

Rêvebera Odeya Endeyzarên Înşeatê ya Mêrdînê Mizgîncan Dînç Arsû daxuyanî da û destnîşan kir ku hevrêya wan Bahar bi awayekî hovane hatiye qetilkirin û ew ne edaleta derewîn lê edaleta rasteqîn dixwazin.

Arsû da zanîn, ku ew ê li dijî her cureyê tundiya li ser jinan derkevin û jinan bêxwedî nehêlin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.