Meclîsên Jinê: Em ê vê desthilatdariya ku dijminê jinê ye, têk bibin

Meclîsên Jinê yên HDK, HDP û ESP'ê jî di nav de gelek organîzasyonên jinê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser aktîvîstên TJA'yê dan û gotin, "Em ê vê desthilatdariya ku dijminê jinê ye bi hev re têk bibin."

Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinê ya Sosyalîst a Partiya Sosyalîst a Bindestan, Komîsyona Jinê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Rizgariya Jinê, Jinên ji Platforma Piştevaniya Sosyalîst, Meclîsa Jinê ya Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst û Meclîsa Jinê ya Partiya Çep Kesk li hemberî êrîşên li dijî aktîvîstên jinê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tifaqa bi serweriya mêr a AKP-MHP'ê zext û êrîşên li dijî jinê giran kiriye û hate gotin, "Desthilatdariya ku bi tundî bi ser wan jinan ve çûn ên li dijî tundiyê û kuştina jinan di 25'ê Mijdarê de daketin qadan, dijminatiya xwe ya li jinê careke din nîşan da."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyona 29'ê Mijdarê ya li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) û aktîvîstên TJA'yê nîşaneya şênber a vê yekê ye û wiha hate gotin, "Ji hevalên me yên hatin destgîrkirin 8 jê hatin girtin, 10 jî bi hepsa li malê hatin cezakirin. Ev operasyon dewama operasyonên qirkirina siyasî ye. Ji siyaseta şerê qirêj a dijminatiya li Kurdan û jinan cuda nîne. Ji dema destpêkirina operasyonê û pê ve tifaqa AKP-MHP'ê medya û dadgeriya mêr a dijminê jinê xiste nava liv û tevgerê û hewl da ku jinên aktîvîstên TJA'yê krîmînalîze bike.

Bêguman ev êrîş hemû ne dûrî ji armanca hilbijartinê ye. Desthilatdariya bi serweriya mêr a AKP-MHP'ê ku jinan li dijî faşîzma xwe weke astengiya herî mezin dibîne, bila zanibe ku em ê bi mezinkirina têkoşîna azadiyê beresiva herî mezin bidin desthilatdariyê.

Yên ku hewl didin bi destgîrkirinê, bi girtinê têkoşîna azadiya jinê bitepisînin, bila baş zanibin ku hem li hundir, hem li derve têkoşîna jinê li her derê ye. Bi hepsa malê, bi berdana kujerên jinan, bi girtina jinan a li nava malê wê nikaribin bi ser bibikevin. Lewma em bang li wan hêzan dikin ku TJA'yê krîmînalîze dikin û dikin hedef: TJA jinên Kurd e ku ji bo azadiyê têdikoşe. Navê têkoşîna li dijî kuştina jinê ye, navê rabûna li ber tundiya li jinê ye. Rêxistina sîwanî ya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e ku dibêje 'Jin, Jiyan, Azadî'.

Bi van operasyonên li dijî jinên Kurd hûn ê nikaribin sûcên xwe binixumînin. Hûn ê nikaribin desthilatdariya xwe rizgar bikin. Hûn ê nikaribin li pêşiya têkoşîna me ya femînîst û têkoşîna azadiya jinê bibin asteng. Em ê bi jinên TJA'yê re bin û vê desthilatdariya dijminê jinê bi hev re têk bibin."