Rawî: Em rasterast xwe digihînin jinên Efgan

Mariam Rawî da zanîn ku RAWA rasterast bi rêya perwerdeyên hişyariyê, tîmên tenduristiyê û alîkariyên xurekê digihêje jinên Efgan û got, "Tişta ku em dikin dilopek e di deryayê de ye."

Ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efganîstanê (RAWA) Mariam Rawî diyar kir ku, wan nîşan dane ku pêkane bi perspektîfeke siyasî û bêyî fînansmana Rojava xwe bi rêxistin bikin.

DYE’yê bi hinceta êrîşa 11 'ê Îlonê 20 salan maf, demokrasî û azadiya jinê Efganîstan dagir kir. Dema DYE’yê Tebaxa 2021 'an ji Efganîstanê derket, li dû xwe welatekî xizan û perîşan hişt. Welatê ku 20 salan di bin navê mafên jinan û demokrasiyê de hat dagirkirin, dewrî Talîbanê ku avabûneke şaş, antî-civakî ye, hat kirin. Êrîşên yekem a Talîbanê, ji bo bidest xistina mafên jinan bû. Perwerdeya destpêkê ya jinê û piştre jî hemû mafên wan ên civakî ji destê wan hatin girtin. Îro jinên ku çûna wan a parkan jî qedexe ye, di encama biryarên ku ji aliyê zîhniyetên mêrsalarî ve hatine girtine.

Li Efganîstana ku hesiyet û rûmeta mirovahiyê di bin lingan de ye, tevî polîtîkayên Talîbanê tundî û êrîşên li dijî jinê jî, jin li ber xwe didin. Ji Yekitiya Jinên Şoreşger a Efganîstanê (RAWA) Mariyam Rawî ku beşdarî 2'yemîn Konferansa Navneteweyî ya Tevna Jinên Siberojê Dihûnin bû û li vir pêşkêşiyek kir, behsa avakirina RAWA, nêrîn û modela rêxistinî kir. Rawî her wiha bal kişand ser wêraniya ku DYA’yê li Efganîstanê pêk aniye û kiryarên Talîbanê yên li dijî jinan.

RAWA YEK JI RÊXISTINÊN HERÎ KEVN E

Mariam Rawî da zanîn ku RAWA di sala 1977’an de ji aliyê serokê damezrîner Meena (Mîna Keşvar Kemal) ve hatiye avakirin û got ku di sala 1987’an de ji aliyê servîsa sereke ya îstixbarata KGB-Yekîtiya Sovyetê ve hatiye kuştin. 

Rawî destnîşan kir ku RAWA di bin dagirkeriya Sovyetan de hatiye avakirin û ev tişt got, “RAWA rêxistina herî kevn e. Rêxistineke jinan e û di heman demê de rêxistineke siyasî ye; Ji ber ku di destpêka damezrandina xwe de, RAWA bi zelalî eşkere kir ku bidestxistina wekhevî û dadperweriyê û nehiştina cudahiya li dijî jinan tenê bi guhertinên kûr ên siyasî di civakê de dibe. Serokê damezrîner ê RAWA, ku beşdarî civîn û konferansên cuda bû, her tim tekez kir ku şerê li dijî bingehparêzan bi qasî ku li dijî dagirkeriya Sovyetê girîng e. RAWA bi vê fikrê an jî bi vê dirûşmê dest bi xebata di nava zanîngehan, tevgerên xwendekar û tevgerên jinan de kir

BI AWAYEKÎ VEŞARTÎ XEBATÊN XWE BI RÊVE DIBIN

Rawî da zanîn ku dema ku penaber di wan salên dagîrkirina Sovyetê de li Pakistanê dijiyan, wan her gav hewl daye ku bi riya projeyên mirovahî yên wekî projeyên alîkariyê, projeyên tenduristiyê, belavkirina xwarinê û alîkariyên din ên lezgîn bikin û wiha dewam kir, “Em rêxistineke siyasî bûn û di heman demê de em bûn rêxistineke ku alîkariya civakî yan jî alîkariya mirovî dida jinan. RAWA tu carî nebûye rêxistineke qeydkirî û vekirî. Qet ofîseke me nebû. Em nikarin bi navê RAWA navendên vekirî ava bikin; ji ber ku ev hemû rejîmên ku di van 40 salên dawî de Efganîstanê bi rê ve dibin, bi piranî bingehînparêz in. Di van 20 salên borî de, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ku di heman demê de piştgirî da rejîma gendel a bingehîn a Karzaî; ji ber vê yekê em her tim di bin erdê de û bêtir bi awayekî veşartî dixebitin. Ev tê wê wateyê ku em nikarin navê RAWA bikar bînin. Em nikarin nav û nasnameyên xwe bi kar bînin, em nikarin rûyê xwe nîşan bidin, navnîşan û ofîsên me nînin û hin pirojeyên me yên mirovî yên wek projeya tenduristiyê di bin navê RAWA de nayên cîbicîkirin.”

Rawî anî ziman ku, sedema dijwarbûna têkoşîna jinên Efganî tenê ne li dijî dagirkeriya Sovyet, DYA’yê û Talîbanê ye û got, “Li dijî tundrewiya bingehîn, di heman demê de di civakeke serdest a mêr de jiyîne û di sîstemeke pir neteweperest û feodal de mayîn e. Têkoşîna jinên Efganî di malbatê de, li malê dest pê dike û ez difikirim ku perwerde di vê têkoşînê de rolek pir girîng dilîze. Em ji tecrubeyên xwe hîn bûne ku hemû jinên ku perwerde dîtine û beşdarî bernameyên me bûne, hînî gelek tiştan bûne, hatine guhertin û karîne şîdeta nav malê ya ku li malê rû bi rû mane kêm bikin. Û, bê guman, yên ku dikarin ji hêla aborî ve serbixwe bibin çêtir dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi vî awayî rewşa jinan dikare were başkirin.”

ARMANCA HEMÛ DAGIRKIRIN, KUŞTUN, BOMBEKIRIN Û ÎSTÎSMARKIRIN BÛ

Rawî wiha behsa armancên hêzên ku Efganîstanê dagir kirine kir, “Helbet awayê ketina dagirkeran li Efganîstanê pir cuda bû û şert û mercên Efganîstanê yên dema ketinê jî pir cuda bûn. Di dema ku dagirkerên Rûs di bin navê "anîna sosyalîzm û şoreşê di nav civaka Efganî de" êrîşî Afganîstanê kirin, Emerîkîyan êrîşa xwe bi navê "şerê li dijî terorê û mafên jinan" rewa kir. Lê ji bo gelê me tevgerên wan, şêwayê xebatên wan ên li Efganîstanê, bombekirin, kuştin û îstîsmarkirin wan hemû wek hev bû. 

Talîban ji Dewletên Yekbûyî ne serbixwe ye. Ew diyardeyeke ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve hatiye afirandin in, ew marîyonetên Dewletên Yekbûyî ne, ji hêla Dewletên Yekbûyî ve têne bikar anîn û ji ber vê yekê ew bi rengekî li rêyekê digerin ku bi wan re mijûl bibin. Li aliyê din, piraniya komên cîhadîst jî bi xurtî tên destekkirin. Tevî ku hikûmetên rojavayî bi awayekî fermî Talîbanê nas nakin jî, bi awayekî ne fermî hin rewatiyê didin wan. Mînak; bûyîna parçeyek ji civîn, konferans... Her çend hefte, Emerîka hin diravên cemidî vedigerîne hikûmeta Talîbanê. Ev yek jî dibe alîkarî ku Talîban li ser piyan bimîne û piştgiriya xwe ya siyasî bidomîne

Tiştek din a girîng ku ez difikirim ku rewatiyê dide Talîbanê ev e ku cîhan bi tevahî li hember tiştên ku li Efganîstanê diqewimin bêdeng e. Ne medya, ne rêxistineke navneteweyî, ne siyasetmedar, yanî siyasetmedarên serdest û medyaya sereke êdî bi tiştên ku li Efganîstanê diqewimin eleqedar nabin. Efganîstan hîn jî tê bikaranîn, bi taybetî DAÎŞ û şebekeyên bingehîn û terorîst heta niha li dijî Rûsya, Çîn û Îranê tên bikaranîn û heman hikûmeta Pakîstanê, rejîma Îranê jî li dijî Emerîkayê bikar tîne. Efganîstan veguheriye qada şerê hikûmetên cuda û îstîxbaratên cuda.”

BI HEZARAN JIN JI MAFÊN TENDURISTIYÊ BÊ PAR DIMÎNIN

Mariam Rawî diyar kir ku komên wan ji doktorên jin û bi giranî xebatkarên tenduristiyê yên jin her tim di nava tevgerê de ne û wiha domand, “Ew her wiha gava ku rewşek awarte hebe, wek di dema erdhejek û lehiyê de ku îsal hin gundên Efganîstanê wêran kirine. Efganîstan hîn jî rêjeya mirinê ya herî bilind e. Piranîya jinan derfetê wan tune ku biçin tu navendeke tenduristiyê yan jî navendeke alîkariyê, heta ji bo tiştên pir hêsan wek ducanîbûn û welidandinê jî. Ez li gelek gundan gerîyam û di van demên dawî de li gundekî bûm. Bo nimûne, eger jina ducanî bixwaze zarokê xwe li navendeke tenduristiyê bîne, ji bo ku biçe wê derê divê du saetan bimeşe. Û gelek caran ne wesayît, ne rê hene; ker bi kar tînin, nexweş dixin ser kerê û dibin wir û dema mirov xwe digihîne van navendên tenduristiyê jî tiştek namîne. Bi taybetî ji ber Talîbanê, sîstema tenduristiyê bi temamî têk çûye; ji ber ku tu alîkarîya navneteweyî tune. Ji ber vê yekê ya ku em dikin dilopek di deryayê de ye. Li gorî hewcedariyên jinên Efganî pir hindik e, lê dîsa jî em hewl didin ku bi qasî ku pêkan be xwe bigihînin jinan. Ofîseke me nîne ku em gel vexwînin da ku werin û pakêtên xwe yên xwarinê werbigirin, lê em diçin malên wan da ku bi wan re bicivin, bi wan re biaxivin, êş, jiyan û derdê wan bibînin û alîkarî bidin wan.”

Rawî da zanîn ku ji bo birêxistin kirina jinan torên wan hene û wiha axivî, “Em diçin herêmên cuda, hinek lêkolînan dikin û malbatan peyda dikin. Em lîsteyek çêdikin; ji ber ku bernameyên me kêm in, şiyanên me jî kêm in. Fînanseyek me ya mezin ji hukûmet û rêxistinên navneteweyî tune. Em xwe dispêrin xebata dilxwazî ya endamên xwe û bexşên piçûk ên ku em ji çaraliyê cîhanê distînin. Ji ber vê yekê em hewl didin ku torên bi vî rengî bi rêxistin bikin û jinên ku herî zêde hewcedariya wan bi wan heye bibînin. Em hewl didin bi projeyên xwe bigihînin malbatên hewcedar.”

TENÊ JIN DIKARIN BIBIN ENDAMÊN RAWA’YÊ

Rawî bilêv kir ku endamên wan ji çînên cuda, ji etnîsîteyên cuda, ji pêkhateyên cuda yên civakî û helbet ji astên perwerdehiyê yên cuda tên û wiha pêde çû, “Hinek pir dîndar in, hinek xwendewar in, pir xwenda ne, hinek jî pispor in. Mesela, ger hewce be ku em li bajarekî dersa xwendin û nivîsandinê vekin, em hewl didin ku pêşî herin wir, bi kesane seredana xwe bikin û hin têkiliyan çêkin. Em bi giranî bi bernameyên civakî yên ku dê bi kêrî gelê herêmê bên, organîze dikin û helbet em wan di vê navberê de perwerde dikin. Komîteyên me hene, rêxistineke me heye, civînên me yên asayî hene. Em bi xwe hevdu nas dikin û amadekariyên wekî "em ê vê hefteyê biçin vê herêmê û em alîkarî belav dikin" dikin. Em bi gelemperî diçin deverên ku hin têkiliyên me hene, hin kesan nas dikin û çalakiya xwe li wir organîze dikin. Di hin rewşan de endamên me bi xwe jî nikarin biçin wir, em hewl didin ku hin hevalên xwe û hem jî alîgirên mêr bikar bînin; ji ber ku tenê jin dikarin bibin endamên RAWA’yê, lê em dikarin ji hin alîgirên xwe yên mêr daxwaz bikin ku seyahet bikin û pakêtên xwarinê radestî kesên hewcedar bikin. Li Efganîstanê mêr RAWA’yê qet nas nakin. Em di nava civakê de, wek mirovên ji rêzê tevdigerin.”

DIVÊ SERHILDÊRÊN LI ÎRANÊ XWE NESPÊRIN DYA’YÊ

Marîam Rawî di dawiyê de bal kişand ser serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinan û got, “Divê serhildêrên li Îranê xwe nespêrin hikûmetên rojavahî û DYA’yê wek hêzê alîkariyê û rizgariyê nebînin. Em wisa bawer dikin ku, ger serhildana li Îranê bikeve bin kontrola DYA’yê, wê encam wek li Efganîstanê be. Divê gelên li Îranê bi hêza xwe û dewlemendiya welatên xwe bawer bin û li ser vê esasê berxwedana xwe berdewam bikin.”