Qirkirina siyasî ya li dijî jinan bi çalakiyan hate şermezarkirin

Destgîrkirina jinan ku di çarçoveya lêpirsînek ji Enqereyê hate kirin, bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li 14 bajaran doh hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser 57 malan. Bi beyanên şahidên nepen, her wiha bi raporên MASAK'ê lêpirsîn hate destpêkirin û têkildarî 50 jinan biryara destgîrkirinê hate dayin. Di serdegirtinan de heta niha 16 kes hatine destgîrkirin. Lêpirsîn û destgîrkirina jinan li gelek bajaran hate şermezarkirin.

RIHA

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya HDP'ê ya Rihayê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Suruc jî di nav de gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Ayşe Surucu daxuyanî da û got, "Sîstem dijminatiyê li jinan dike. TJA li Tirkiye û Kurdistanê ji bo guhertina civakê bi roleke girîng radibe. Ji ber ku li dijî komkujiya jinan têdikoşe, desthilatdariya AKP-MHP'ê êrîş dike. Lewma hevalên me hatin destgîrkirin. Îro bi dehan aktîvîstên TJA'yê di nava çar dîwaran de ne. Ne Ayşe Gokkan, ne Leyla Guven ne jî ti jineke Kurd li hemberî sîstemê serî netewand, wê serî netewînin. Em ê serê xwe netewînin û paşve gavê neavêjin."

Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.

MERSÎN

Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Mersînê û TJA'yê, li Parka Zarokan a Azad nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê dan. Hevseroka HDP'ê ya Mersîn Bedriye Kûş daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdarî dixwaza têkoşîna jinê tasfiye bike, lewma operasyonên qirkirina siyasî dewam dike. Kûş got, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku nekevin xefika şer a desthilatdariyê û ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalog û aştiyane têbikoşin."

MÊRDÎN

Li Mêrdînê destgîrkirina jinan li ber avahiya HDP'ê hate şermezarkirin. Polîsan beriya daxuyaniyê dor li avahiya partiyê girtin. Ji ber dorpêçkirinê dikandarên li dora avahiyê jî mexdûr bûn. Rêvebera HDP'ê ya Mêrdînê Ayşe Bozan daxuyanî da û got, "Jin her tim li girtîgehan, dadgehan, kolanan berxwedanê dewam dikin. Jin berxwedan û têkoşînê mezin dikin. Em serî netewand, em ê serî netewînin."

Ayşe Bozan destnîşan kir ku têkoşîna jinan wê gelan azad bike."

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi pêşengiya TJA'yê li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê daxuyaniyek hate dayin. gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsên dewleta Tirk li vê derê jî dor li avahiya navçeyê ya HDP'ê girtin. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag diyar kir ku armanca desthilatdariyê tepisandina jinan e û got, "Bi taybetî êrîşî tevgera jinên Kurd dikin. Lê belê ti zext nikare agirê me yê raperînê bitefîne. Em ê neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nekin. Bila 14 hevalên me yên hatine destgîrkirin tavilê bêne berdan."

Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.