'Jin bi saya PKK'ê bi hêza xwe hesiya û li ber sîstemê rabû'

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Pakîstan Bîlen diyar kir ku jin bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiyê ji şoreşê re dikin û got, "Bi avabûna PKK’ê re jin li ber sîstemê rabûn."

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Pakîstan Bîlen bi wesîleya salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê qala destkeftiyên jinan kir.

Bîlen di destpêka axaftina xwe de 44’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û wiha got: “Hêvîdarin ku ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serketina gelê Kurd. Dema em temaşeyî rewşa jinan a beriya 45 salan bikin, em nikarin bibêjin ku di vê demê de nasnameyek ya jinê hebû. Ji ber ku di vê demê de jin di rewşek welê de bû ku nikarîbû bi tena serê ti biryaran bide. Nikaribû fikrên xwe di nav civakê de bîne li ser ziman."

'JIN BERIYA AVABÛNA PKK'Ê DI NAVA TARÎTIYEKÊ DE BÛN'

Bîlen bi qala rewşa jinê ya beriya damezrandina PKK’ê kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Jin beriya avabûna PKK’ê di nava tarîtiyekî de bûn. Mirov dikare bibêje, jinê kiribûn di nava çar dîwaran û kîlîta wê jî di destê yekî din de bû. Jin di vê astê de bû. Destê jinê girtibûn û ti hêza wê tinebû ku li ber wan zextan destê xwe veke. Di vê demê de hêza jinê tinebû. Ji ber ku hişmendiya pênc hezar salî di vê demê de bi hemû awayan jin kiribû bin pençên xwe. Ti heyîn û jiyana jinê nemabû. Tenê bi şêweyê fizîkî heyinek jinê hebû. Jin ji aliyê kesek din ve dihat rêvebirin. Eger ti hêzek ya te tinebe ku tu xwe bi xwe rêvebibe, wê demê tu nikarî bibêje, heyinek min li ser cîhanê heye."

'JIN BI SAYA PKK'Ê LI BER SÎSTEMA HEYÎ RABÛN'

Pakîstan Bîlen diyar kir, ji bo ku bikaribin li hember sîstema heyî têbikoşin ref bi ref berê xwe dan çiyayên azadiyê: "Bêguman piştî damezrandina PKK’ê û şûnde di rewşa jinê de pêşketinek mezin çêbû. Çawa ku zilam dikarin biçin çiyayên Kurdistanê û li hemberî sîstem dagirker şer bikin, êdî jin ket ferqa vê yekê ku hemû tiştên zilam dikin her wiha jin jî dikarin bikin. Piştî vê êdî jin ref bi ref ji bo ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî sîstema heyî têbikoşe tevlî dibin. Piştî vê yekê jin dikevin ferqa hêza xwe. Çawa ku tu dareke bin ax dikî û koka xwe li her derê belav dike, jin jî êdî hêdî hêdî fikra xwe li her derê belav dike. Ev yek ji çiyayên Kurdistanê derbasî nav civakê jî dibe. Êdî civak jî bi vê yekê re karî di nava xwe de guhertinên girîng çêbike. Bi saya PKK’ê di roja me ya îro de di jinan de pêşketinên mezin çêbûn. Lê ev xwe bi xwe çênebû. Bi berdelên mezin jin îro dikarin pêşengtiya civakê dikin. Di roja me ya îro de jî roj nîne jin neyên qetilkirin û destdirêjî neyê kirin. Sîstema zilam dibîne ku jin êdî dikare ji rewşa xwe ya berê derdikeve, li mal û kolanan pêşengtiyê dike. Ji bo ku ev yek pêk neyê êrîşê dibe ser jinan."

'JIN DIVÊ JI HER DEMÊ ZÊDETIR TÊBIKOŞE'

Bîlen işaret bi serhildana jinan ya bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Rêbertî dibêje, sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê. Li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan şoreşek çêbû. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ev yek rastiya gotina Rêbertî ye. Ev nêzî du meh zêdetir in li Rojhilatê Kurdistanê di şexsê Jîna Emînî de jina Kurd bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşengtiya serhildanê dike û ev serhildan belavî cîhanê bûye. Wê bi têkoşîna jinan re wê teqez sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê. Li ser vê esasê hemû jin divê bikevin ferqa vê yekê û zêdetir têbikoşe. Firsata ku niha ketiye destê jinê eger di pratikê de neyê bicih anîn, rewşa jinê wê cardin vegere sîstema 5 hezar sal berê û jin wekî mirî bên hesibandin.

Ji bo ku em venegerin wê demê pêwîste em jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin û xwe birêxistin bikin ku bikaribin fikr û felsefeya Rêbertî ku dibêje, ‘Azadiya jinê azadiya civakê ye’ belavî li her derê bikin û Rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin. Ji bo vê ji divê em jin ji her demê zêdetir têbikoşin û dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’."