'Em dixwazin tecrûbeyên serketî li Yemenê bixin meriyetê'

Dr. Anjila Al Maamari got, ji bo jinên li Yemenê ku 7 sal in bê navber şer li vî welatî diqewime, pêwîstî bi stratejiyeke hevpar û rêxistiniyeke sîwanî heye.

Li Yemenê, di navbera Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dikin û hêzên hikumetê yên xwe dispêrin koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî, zêdeyî 7 sal in şer diqewime. Berdêla herî giran a vî şerî jî jin didin. Di raporên 2 sal berê yên Rêxistina Azadiyan û Mafên Mirovan (SAM) de ku navenda wê li Cenevreyê ye, herdu hêzan 40 hezar carî di asta stargeh, xwarin, tenduristî, koçberî, windakirina bi zorê, êşkence, perwerde û kiryarên xerab de mafên jinan binpê kirine.

Dr. Anjila Al Maamari ji bo piştgiriya derûnî ya dema şer û piştî şer, profesoreke akademîk û lêkolînereke pispor e. Al Maamari mêvana Konferansa Navneteweyî ya 2'emîn a Tevna 'Jin Paşerojê Dihûne' bû, ku di 5-6'ê Mijdarê de li bajarê Berlîn ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştgiriya ji bo Jin û Zarokan a Yemenê Dr. Al Maamari li ser rewşa dawî ya li Yemenê û sûcên li dijî jinan ji ANF'ê re axivî û qala rêxistiniya jinê ya li welatê xwe kir.

LIHEVKIRIN NÎNE

Dr. Al Maamari anî ziman ku li Yemenê şer hîn jî dewam dike û got, "Herdu alî ji bo çareseriyê hînê encamek bi dest nexistine. Hîn jî Koalîsyona Ereb bi serkêşiya Erebistana Siûdî piştgiriyê dide hikumetê, Îran jî piştgiriyê dide Hûsiyan. Aliyan hînê lihevkirineke siyasî nekirine. Li ser bingeha hevkariya bi Erebistana Siûdî li meclîsê meclîsa desteya rêveber ava kiribûn. Li herêmên di bin serweriya Hûsiyan de jî ew serdest in. Rewş hînê mîna berê ye. Xuya ye wê lihevkirineke siyasî çênebe. Beriya niha bi meh û nîvekê bi destwerdana dewletên navneteweyî xwestin agirbestekê pêk bînin, heta wextekê aliyan xwe bêdeng kirin, lê belê li hin herêman şer qewimî."

QEDEXE YE KU JIN BI TENA SERÊ XWE DERKEVIN DERVE

Dr. Anjila Al Maamari li ser êşa şer a li ser jin û zarokan jî got, "Gelek kiryar li jinan têne ferzkirin. Jin bi tena serê xwe ji cihekî nikare biçe cihekî din. Divê mêrek pê re be. Jin ji bo rakirina vê biryarê ketin nava liv û tevgerê. Têkildarî vê rewşê gelek daxuyanî hatin dayin. Ji ber ku di şer de jin dibin hedefa sereke. Di navbera bajaran de koçberî çêdibe. Ji ber vê jî gelek zarok birçî dimînin. Di vê mijarê de divê destwerdaneke navneteweyî hebe, ji ber ku nexweşî gelekî belav bûn. Gelek zarok ji perwerdeyê bêpar man, hejmara zarokên keç ên têne zewicandin zêde bû. Tirsa herî mezin a malbatên ku zarokên wan ên keç hene, ew e ku destdirêjî li keçên wan bibe. Ji ber vê yekê jî keçên xwe hîn di zarokatî de dizewicînin. Rê û rêbazên gelekî cuda yên tundiyê li jinan têne kirin. Ji aliyê aborî ve jî tundî li jinan tê kirin. Yanî ji her alî ve tundî li jinan tê kirin."

PÊWÎSTÎ BI STRATEJIYEKE HEVPAR HEYE

Dr. Anjila bi bîr xist ku di Meclîsa Konseya Komarê ya Yemenê de cih ji jinan re nehatiye dayin û destnîşan kir ku ev yek sedem û bingeheke mezin a binpêkirina mafên mirovan ên li dijî jin û zarokan e.

Dr. Anjila diyar kir ku jin ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin, lê belê ji ber ku hikumeteke mafê jinan biparêze nîne, keda jinan tune tê hesibandin û destnîşan kir, ku yekîtiya jinan li hemû qadan nebe jî têkoşîna wan dewam dike.

Dr. Anjila Al Maamari dubare kir ku tevgerên jinan an jî rêxistinên bi navê jinan hatine avakirin bi rengekî parçebûyî tevdigerin û got, "Her yek li cihekî kar dike. Pêwîstiya wan bi stratejiyeke hevpar heye. Pêwîstî bi rêxistiniyeke jinan a sîwanî heye ku jinan hemûyan li dora stratejiyeke hevpar a jinê kom bike."

EM HEWL DIDIN JI JINÊN YEMENÎ RE QALÊ BIKIN

Al Maamarî tevlîbûn li Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn ji bo xwe weke firseneke erênî pênase kir û got, "Armanca me ew e ku ji jinan hemûyan û dewletan re qalê bikin ku li dewleta bi navê Yemenê kiryarên xerab li jinan tê kirin, pêwîstiya jinan bi gelek tiştan heye. Lewma tecrûbeyên li konferansê gelek tişt nîşanî me dan. Yek ji van jî naskirina tevgerên din ên jinan, yekîtiya hevpar a bi wan re û xwegihandina encamên xurt bû. Her wiha em dixwazin tecrûbeyên tevgerên jinan ên li welatên cuda bi ser ketine ji bo jinên Yemenê jî bixin meriyetê."

BERXWEDANA LI ÎRANÊ MOTÎVE KIR

Dr. Anjila Al Maamari ragihand ku serhildana li Îranê ya bi pêşengiya jinê tê kirin, ji bo jinên Yemenî motîvasyonek afirandiye ku karin mafên xwe bi dest bixin, lewma jî ew vê serhildanê girîng dibînin û got, "Baweriyeke mezin bi jinan re heye ku karin azadiya xwe bi dest bixin. Ti hêz wê nikaribe li pêşiya têkoşîn û berxwedana jinan bisekine."