Lêpirsîna li ser TJA’yê: 14 jin hatin destgîrkirin

Di lêpirsîna li ser TJA’yê de li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin û 14 jin hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê polîsan girtin ser 57 malan. Endamên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nav de derbarê 50 jinan biryara destgîrkirinê hate dayîn.

Lêpirsîn xwe dispêre beyanên şahidên veşartî û eşkere, raporên MASAK’ê, encamên lêkolînên materyalên dîjîtal ên ku berê di serdegirtinan de hatibûn desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê çalakvanên TJA’yê Fîgen Ektî, Mekîye Ormanci, Dîdar Çeşme, Zekîye Guler, Bedîa Akkaya, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, nivîskar Meral Şîmşek, li Stenbolê Leyla Denîz, Pinar Ceylan û Yelîz Ayyildiz Kiyak, li Îzmîrê D.A. û li Mûşê jî Merve Tekîn Demîrel hatin destgîrkirin.

Derbarê lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayîn û derbarê lêpirsînê tu agahî nedane parêzeran.