Jinên Latînî: Hevrêyên li Kurdistanê li berxwe didin ne bi tenê ne

Di çalakiyên dawiya hefteyê yên li welatên Emerîkaya Latîn de hate gotin ku bi têkoşîna gelê Kurd sînorên çêkirî yên desthilatdaran ên di navbera gelan de hatine afirandin ji holê rakirin û banga xwedî derketina li berxwedana li Kurdistanê hate kirin.

Rêxistinên tevgerên jinan ên weke Koma Çalakiyê ya Femînîst (GAFA) û Femînîstên Abya Yala (FAY) di dawiya hefteyê de bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî li Şîlî, Meksîka û Ekvadorê gelek çalakî li dar xistin. Çalakî li ser banga xwedî derketina li berxwedana li Kurdistanê hat lidarxistin û di çalakiyan de peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Di serî de li Arjantînê di çalakiyên li Şîlî, Meksîka û Ekvadorê hatin lidarxistin de, sembol, pankart û wêneyên têkildarî Kurdistanê hatin hildan.

Di çarçoveya kampanyaya ku li Arjantînê komîteyên piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk daye destpêkirin de, li gelek bajarên Arjantînê peyama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) hat xwendin û axaftinên têkildarî piştevaniyê hatin kirin.

Di meşên ku 25’ê Mijdarê li bajarên Bûenos Aîres, Cordoba û Rosarîoyê hatin lidarxistin de, gelek kes bi sembolên Kurdistanê tevlî meşan bûn.

Di meşa ku li Bûenos Aîresê hat lidarxistin de, peyam hatin xwendin. Her wiha Mîrta Cûrrûhûîncayê ku yek ji pêşengên jinên gelê Mapûcheyê peyamek, parve kir û diyar kir ku tiştên ku ew weke gel dijîn, ji tiştên ku gelê Kurd dijî ne gelek dûr in û destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd ji bo wan çavkaniya hêzê ye.

Li Boûnes Aîresê bi pêşengiya rêxistina Nî Ûna Menosê bi boneya 25’ê Mijdarê meş hat lidarxistin. Li ser navê Nî Ûna Menosê peyama piştevaniya bi têkoşîna jinên Kurdistanê re hat xwendin.

Li ser navê Nî Ûna Menosê bang hate kirin û îşaret bi şerê qirêj ê ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi rêve dibe, hat kirin. Di peyamê de hat diyarkirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji vî şerî re, tê wateya hevkariyê û bang li hikûmeta Arjantînê hat kirin ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dike, bikeve tevgerê.

Di peyamê de hat gotin ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” wê ji hemû êşên wan re bibe derman.

Li Cordobayê jî bi boneya 25’ê Mijdarê meş hat lidarxistin û Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurd jî tev li meşê bû û peyam pêşkêş kirin. Di peyama ku bang li jinên cîhanê dihat kirin de hat gotin ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser Rojava hewl dide ku şoreşa jinan tune bike û divê jinên cîhanê li dijî vê yekê rabin.

Li bajarê Rosarîoyê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, meş hat lidarxistin. Li salonek a sînemayê filmek alternatîf hat temaşekirin û her wiha beriya nîşandana belgefilmek a têkildarî koçberiyên li Kurdistanê, li ser navê Komîteya Piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava li ser sivîlan pêk tîne, hat protestokirin. Di peyamê de bang li rayedarên berpirsyar ên navneteweyî hat kirin ku ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk, bikevin nav tevgerê û wiha hat gotin: “Hevrêyên jin û mêr ên ku li çiyayên Kurdistanê li dijî kapîtalîzmê li ber xwe didin, ne bi tenê ne.” Peyam bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Di çalakiyên li Yîne Chako û Oaxacayê hatin lidarxisin de jî, afîşên têkildarî piştevaniya bi gelê Kurd û pankartên “Jin jiyan azadî” hatin hildan.