Mijdarê herî kêm 31 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin

Hate ragihandin ku di meha Mijdarê de 31 jin û herî kêm 5 zarok hatine qetilkirin. 13 jin û 4 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) çeteleya tundiyê ya Mijdarê parve kir. Li gorî çeteleyê; di meha Mijdarê de 31 jin di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan. Di meha Mijdarê de mirina 13 jinan weke “biguman” hat tomarkirin. 

Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Gumanbarek polîsê berê bû. 15 jin ji aliyê mêrên pêre zewicandî, 8 jin ji aliyê hevalên xwe ve, 3 jin ji aliyê xizm, yek ji aliyê mêrê dest jê berdabû, yek ji aliyê mêrê ku nas dikir ve hat qetikirin. Gumanbarê du jinan nehat tespîtkirin, yekê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin: Li Stenbolê 6, li Îzmîrê 3, li Hatayê 2, li Antalyayê 2, li Manîsayê 2, li Denîzliyê 2, li Amedê yek, li Bursayê yek, li Qeyseriyê yek, li Enqereyê yek, li Muglayê yek, li Uşakê yek, li Dîlokê yek, li Konyayê yek, li Semsûrê yek, li Erziromê yek, li Êlihê yek, li Edeneyê yek, li Kocaeliyê yek li Boluyê yek.

Dîsa di meha Mijdarê de herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 4 zarok biguman jiyana xwe ji dest dan.