Destgîrkirina jinan li Wanê hate şermezarkirin

Destgîrkirina aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) destgîrkirina jinan ku bi operasyoneke qirkirina siyasî ya ji Enqereyê hate kirin, li Wanê şermezar kir.

Bi vê armancê li Kolana Hunerê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" hate hildan.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan daxuyanî da û anî ziman ku desthilatdarî ji bo bêhiqûqî û talanê binixumîne êrîşî jinan dike.

Mûazzez Orhan got, "Desthilatdariya AKP'ê ku li pey rizgarkirina desthilatdariya xwe ya têkçûyî ye, li hemberî jinên ku hêza herî mezin a dijberê wê ye, dest bi operasyonê kir. Em baş bi armancên vê operasyonê zanin. Bi qanûn û polîtîkayên xwe hewl dide desthilatdariya xwe li ser îrade, beden û jiyana jinan ava bikin. Lewma jî bi zext, destgîrkirin û girtinê dixwaze jinên serî li ber natewîne di malê de asê bike."

Mûazzez Orhan ragihand ku li hemberî polîtîkayên zordar ên desthilatdariyê wê timî li qadan bin û got, "Em ê serî li ber zexta we netewînin. Ev operasyona ku li hemberî TJA'yê hate kirin li dijî hemû jinan e ku ji bo azadî û paşerojê têdikoşin. Em careke din bi bîr dixînin, ku bi sedan hevalên me yên jin, jinên ku ji bo azadiyê, ji bo azadiya gelan têdikoşin îro li girtîgehan dîlgirtî ne. Bi salan e polîtîkaya zext, tepisandinê li hemberî têkoşîna jinê tê meşandin. Jin têne kuştin, kujer bi qanûnan têne parastin, bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin ku li ser bedena jinê civakê têk bibin. Haya me jinan ji vê yekê heye. Em li dijî vî mejiyê tekperest têdikoşin, xwe bi rêxistin dikin. Zext, tundî, êrîş wê nikaribe gavê bi me bi paşde bide avêtin. Me heta niha qad neterikan, em ê ji niha û pê ve jî neterikînin."

Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.