Li Kadikoyê polîsan êrîşê çalakiya 25’ê Mijdarê kir

Jinan qedexeya keyfî ya ku Qeymeqamiya Kadikoyê danî ser çalakiyên 25’ê Mijdarê nas nekirin û çalakî li dar xistin. Polîsan êrîşê jinan kir û gelek kes bi êşkenceyê destgîr kirin.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê ya Navneteweyî de, Platfroma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin û Meclîsa Jinan jî di nav de 9 rêxistinên jinan xwestin xwestin li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê çalakiyek girseyî li dar bixin. Qeymeqam qedexeya çalakiyan danî.

Jinan qedexeya keyfî nas nekirin û ber bi noqteya ku Îskeleya Emînonu lê ye, ve herikîn. Jinan dirûşmeyên “Ne jinan re, ji kujeran re barîkat” berz kirin. Polîsan jin dorpêç kirin û bi zorê çapemenî ji qadê derxistin.

NE JI JINAN RE, JI KUJERAN RE BARÎKAT!

Jinan tevî hemû astengiyan jî, bi awayek kom kom hatin Îskeleya Emînonu û her carê polîsan ew dorpêç kirin.

Jinan li dijî vê pêkanîna keyfî dirûşme berz kirin û bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Qetilkirina Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm jî di nav de, nêzê 70 jin birin Midûriyeta Emniyeta Vatanê.