Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Destgîrkirin êrîşek li ser têkoşîna jinê ye

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî biryara destgîrkirina 50 jinan a li 14 bajaran da û diyar kir, ku ev yek êrîşek li ser têkoşîna jinê ye. Başaran got, êrîş li dijî felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" tê kirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî biryara destgîrkirina 50 jinan a li 14 bajaran da.

Di dema daxuyaniyê de endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê jî amade bûn. Başaran diyar kir ku bi destgîrkirinê êrîş li ser têkoşîna jinê tê kirin û got, "Desthilatdarî, Serdozgeriya Komarê mîna rêbazeke klasîk a AKP'ê ev yek weke 'operasyona li dijî terorê' di çapemeniyê de belav kir. Lê belê em baş zanin bê ev operasyon tê çi wateyê û AKP-MHP dixwaze encameke çawa bi dest bixe."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE'

Başaran got, "Em di pêvajoyeke hilbijartinê de ne. Li aliyekî hewl tê dayin ku şer û kaos bê kûrkirin, şer û kaos li her qada civakê tê birêxistinkirin, li aliyê din jî li dijî têkoşîna jinê ku hêza herî rêxistinbûyî ye, bi girtinê, marjînalkirinê û cihêkariyê dikin hedef û bi vî rengî dixwazin gavê paşve bide avêtin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di hefteya 25'ê Mijdarê de li hemberî jinên TJA'yî, li hemberî endamên Tevgera Jinên Kurd operasyonek hate lidarxistin û got, "Her gava ku tengav dibin, destpêkê êrîşî têkoşîna jinê dikin. Desthilatdariya heyî hewl dide bi vê rêbazê li ser piyan bimîne."

'EM ZANIN KU DITIRSIN'

Ayşe Acar Başaran anî ziman, ku li Tirkiyeyê her roj herî kêm jinek tê qetilkirin, bi dehan jin bi gumanbarî jiyana xwe ji dest didin, gef lê tê xwarin, destdirêjî û destavêtin lê tê kirin û got, "Desthilatdariya ku divê van pirsgirêkan çareser bike, jinên ku têkoşîna vê dimeşînin dike hedef. Hewl dide ku bi jinan gavê bi paş ve bide avêtin. Her roj şer kûrtir dibe û fatûreya herî mezin jî li jinan tê birîn. Êrîş li dijî wan jinan tê kirin ku li ber şer radibin. Ji ber ku li qadan dibêjin, 'Ev şer ne şerê m ye' îro êrîş li wan tê kirin. Ev şer şerê desthilatdariyê ye, operasyonên we yên desthilatdariyê ye. Jin ber ku dibêjin, 'ev şer ne şerê dewletê, gel an jî mayindebûnê ye, şerê we ye', jin dibin hedef. Em zanin ku ditirsin. Lewma jî desthilatdarî gelekî êrîş dike."

'ÊRÎŞÎ FELSEFEYA JIN, JIYAN, AZADÎ DIKIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji têkoşîna jinê ditirsin. Ji ber ku îro modela li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye afirandin, bûye şoreşek û diyarî hemû jinan hatiye kirin. Ji ber ku şoreş bûye hêviya hevpar a jinan û gelan hemûyan, ewqasî ji têkoşîna jinê ditirsin û êrîş dikin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ku îro li Îranê li dijî her cûre êrîşên rejîma Mola deng vedide, li Îranê bilind bû û li tevahiya cîhanê bû felsefeyek. Êrîş li dijî vê têkoşîna jinê ya ku bûye tê kirin. Li Efganistanê ji ber ku jin serî li ber rejîma Talîbanê natewînin, ji ber ku gavê bi paş ve neavêjin, dibin hedef.

'EM Ê PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJIN'

Em ji vê derê careke din dibêjin; ti hêz wê nikaribe bi têkoşîna jinê gavê paşve bide avêtin. Heta hevaleke me ya TJA'yî, jineke HDP'î, hevaleke me ya femînîst, hevaleke me ya sosyalîst bimîne, wê têkoşîn dewam bike. Em careke din dibêjin; em ê bi desthilatdariya şer û dijminê jinê ya AKP-MHP'ê gavê paş ve bidin avêtin, em ê vê desthilatdariyê ji holê rakin. Ti hêz wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng. Ne bendên polîsan, ne jî operasyonên siyasî yên destgîrkirin û girtinê. Em ê li gel hevalên xwe yên jin, mil bi mil têkoşînê dewam bikin."

Piştî daxuyaniyê, Meclîsa Partiyê ya Jinê ya HDP'ê ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya polîtîk dest bi civînê kir.