Cenazeyê Bahar Hezer li Rihayê hate veşartin

Cenazeyê Rêvebera Şaxê Rihayê ya ÎMO'yê Bahar Hezer, ku hate kuştin, li Rihayê hate veşartin.

Rêvebera Şaxê Rihayê ya Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) Bahar Hezer (26) ku li navçeya Karakopru ya Rihayê ji aliyê birayê xwe Yekta Hezer ve hate qetilkirin, cenazeyê wê ji mora Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan bi darbesta ji paçê mor pêçandî ji aliyê jinan ve hate wergirtin.

Ji bo veşartina cenaze li Goristana Asrî ya Rihayê merasîmek hate lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî di nav de gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Hezer hate veşartin.