‘Têkoşîna wan hêz û baweriya me xurttir dike’

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna du dayikên bi navê Gulê Selmo û Sakîne Arat daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Têkoşîna wan hêz û baweriya me xurttir dike.”

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna du dayikên bi navê Gulê Selmo û Sakîne Arat daxuyaniyek nivîskî weşand

Daxuyaniya Gaziyên Jin bi vî rengî ye:

“Em di serî dayika bi qîmet û delal Gulê Selmo û Dayê Sakîne Arat bi bîr tînin û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li hemberî bîranîna wan ditewînin. Di şexsê wan her du dayikan de em tevahî dayikên xwe yên têkoşer bi bîr tînin û dibêjin hûn ji bo me gelekî giranbiha û bi qîmet in. Weke em tevahî jî şahidiyê jêre dikin ku hûn dayikên xwedî sebir û wêrek we çawa di rûyê neyaran de dengê xwe bilind kir heya asîmanan û we hesab ji wan xwest. Hûn dayikên leheng û cesûr bermahiya xwedawendên pîroz in. We bi şanazî rola xwe lîst û we her cure zext û zordariya ji destê dijminan dîtiye. Lê tevî her tiştî hûn timî di çeperên herî pêş ên berxwedanê de bûn.

Bi rastî têkoşîna dayikan a gelekî xwedî bandor e û tevahî civakê jî bi xwe re bi rêxistin dike, ser piyan. Ji bo wê jî neyar ji dayikên têkoşer ditirse û hewl dide wan bêdeng bike. Dayik îro bûne xwedî hêz û ji xwe bawer in. Ji ber bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistin kirine. Her çiqasî dewleta Tirk hewl bide pêşî li dayikan bigire jî nikare bi ser bijeve. Ew dayikên me yên berê her li ser zarokên xwe rondik dibarandin îro dayê dayê Gulê Selmo ya Endama Kongreya Star bû û bi guleyên çeteyan 13’ê Adara 2012’an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bû ji xwe re mînak digirin. Her wiha dayika Sakîne Arat a 4 zarokên wê di nav refên têkoşîna azadiyê şehîd bûne ji bo xwe weke pêşenga azadî û aştiyê qebûl dikin.

Em weke heval û zarokên dayika Gulê Selmo û dayê Sakîne Arat tekez em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em dibêjin ew têkoşîna dayikan bi canê xwe daye destpêkirin bigihînin serketinê. Em tevahî dayikên xwe yên şoreşger bi rêz û hurmet silav dikin. Têkoşîna wan hêz û baweriya me xurttir dike.”