TAJÊ’yê ji Serokkomar û Serokwezîrê Iraqê re nameyek şand

TAJÊ’yê ji Serokkomar û Serokwezîrê Iraqê re nameyek şand û xwest ku Iraq leşkerên xwe ji Şengalê vekişîne û tavilê şervanên YBŞ’ê serbest berde.

Komîteya Ragihandinê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ji Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî re nameyek şand. 

TAJÊ’yê  di nameya xwe de diyar kir ku rewşa aloz a li Şengalê wê bandora nebaş li ser aramî û pêkvejiyana aram a Şengalê bike. TAJÊ’yê da zanîn ku divê tavilê êrişên li dijî Êzidiyan bên rawestandin û rewşa aloz were bidawîkirin û hikûmeta Iraqê rêzê ji Hêzên Berxwedana Şengalê re bigire.

TAJÊ’yê di nameya xwe de bi bîr xist ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an li ser civaka Şengalê pêk hatiye û gelê Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû maye û ev yek hate gotin; “Di demeke wisa de ku xiyanet li civaka Êzidî hat kirin, hikûmeta Iraqê pişta xwe da civaka Êzidî û ew neparastin. Hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê ku ji keç û xortên Şengalê ava bû, ji bo parastiana axa Şengalê li hemberî DAIŞ‘ê berxwedaneke birûmet nîşan da. Bi bedêlên mezin, êrişên DAIŞ’ê şikandin û rûmeta tevahiya Iraqê parastin.”

TAJÊ’yê destnîşan kir ku di 18’ê Adarê de ji aliyê arteşa Iraqê ve li navenda Şengalê, êrişek çekdarî li hemberî wesayîta YBŞ’ê pêk hatiye û di encamê de 3 şervanên YBŞ ê birîndar bûne. TAJÊ’yê da zanîn ku niha jî gelek wesayîtên zirxî yên şer li bajêr hatine bicîhkirin û wiha pêde çû: “Ev rewşa heyî li ser sivîlan xeteriyê ava dike û di nava wan de rewşeke metirsîdar ava kiriye. Di heman demê de bicîhbûna artêşek şer a di nav sivîlan de, li dijî zagonên navneteweyî ye. Ji deh salan zêdetir di ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an re derbas bûne. Lê hê jî hikûmeta Iraqê  jenosîd nas nekiriye.” 

TAJÊ’yê diyar kir ku ji aliyekî ve hikûmeta Iraqê biryara efûya giştî dide ku DAIŞ’iyên jenosîd pêk anîne bên azadkirin, herî dawî jî artêşa Iraqê êriş dibe ser zarokên Êzidiyên ku şerê DAIŞ’ê kirin û herêm rizgar kirin. TAJÊ’yê bi bîr xist ku YBŞ û YJŞ ev 10 sal in herêma Şengalê bi hemû pêkhateyên wê ve ji xeteriyan diparêze û wiha got: “Li şûna ku hikûmeta Iraqê vê hêzê nas bike, êriş dike.’’

TAJÊ’yê ragihand ku trajediya fermana 74’an hê di nava jin, zarok û civaka Êzidî de zindî ye û wiha got: “Hê jî beşek ji civaka Êzidî koçber in, her wiha bi hezaran mirovên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Em weke jinên Êzidî û civaka Êzidî êdî naxwazin ku li ser axa me xwîn were rijandin û ti kes zirarê bibîne.”

TAJÊ’yê da zanîn ku ji ber wê jî TAJÊ’yê ya ku bi salane ji bo jiyanek azad, aram û aştiyê têdikoşe, ji rayedaran hinek daxwazan dike û ev daxwaz wiha rêz kirin: “Bila şervanên YBŞ ê yên ku di destê artêşê de hatine binçavkirin, werin berdan. Hêzên girêdayî firqeya 20’an a artêşa Iraqê bila ji Şengalê ji nav sivîlan derkeve. Êrişên li dijî Êzidiyan bila bên rawestandin û rewşa aloz were bidawîkirin. Pêwîst e hikûmeta Iraqê rêzê li YBŞ’ê û YJŞ’a hêza ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine û axa Iraqê parastiye bigire û nas bike.”