Mûna Yûsif: Rola jinê ji nedîtî ve tê
Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mûna Yûsif diyar kir ku ew destûra bingehîn a demkî red dikin ku rola jinê ji nedîtî ve tê û dixwazin bê guhertin.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mûna Yûsif diyar kir ku ew destûra bingehîn a demkî red dikin ku rola jinê ji nedîtî ve tê û dixwazin bê guhertin.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mûna Yûsif anî ziman ku destûra bingehîn a ku rêveberiya demkî ya li Şamê ferz dike, dewamiya siyasî ya rejîma Baasê ye û got, "Divê jin astengiyên li pêşiya tevlîbûna li qada siyasî red bikin, daxwaza mafên xwe bikin û destketiyên ku bi şoreşê bi dest xistine biparêzin."
Berdevk Mûna Yûsif li ser destûra bingehîn a demkî ya Sûriyeyê û rola jinê ji ANF'ê re aivî. Mûna Yûsif bal kişand ser peymana ji 8 xalan a navbera Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokkomarê desthilatdariya li Şamê Ehmed El Şara û got, "Ev yek bi serê xwe peymaneke dîrokî ye. Weke Meclîsa Jinê Ya Sûriyeyê em di wê baweriyê de ne ku ev peyman baş e lê belê divê hin tedbîr bêne wergirtin. Mînaka herî girîng ew e ku tevlîbûna jinê li komîteyên ku destûra bingehîn a Sûriyeyê bê nivîsandin di vê peymanê de nîne."
DESTÛRA BINGEHÎN A DEMKÎ ME VENAHEWÎNE
Berdevk Mûna Yûsif ragihand ku destûra bingehîn a nû diviyabû mejiyê yek şexsî ji holê rabikira, lê mixabin ji destûra bingehîn a beriya niha dûr neket, di sinifê de ma û got, "Di vê pêvajoyê de rola jinan ji nedîtî ve hatin û bi têrkerî qala girîngiya pêkhateyên Sûriyeyî nehate kirin. Nasnameya neteweyî ya gelê Sûriyeyê tenê bi tevlîbûna ol û hemû pêkhateyên welêt dikare bê avakirin. Ji ber vê yekê hikumên di destûra bingehîn a nû de hebin divê li gorî daxwaza rasteqîn a gelê Sûriyeyê bêne guhertin."
ERK DI DESTEKÎ DE HATIN KOMKIRIN
Mûna Yûsif diyar kir ku destûra bingehîn a nû hemû erk radestî Ehmed El Şara kiriye û bi dewamî got, "Jinan tevkariyeke girîng li şoreşa Sûriyeyê, li dîroka Sûriyeyê kirine, lê belê li gel vê yekê jî rewşa jinê ji nedîtî ve hatiye. Destûra bingehîn a niha hin pîvanên xwe ji Îslamiyetê werdigire, lê belê Îslam a rasteqîn wî mafî nade mêran ku li hemberî jinan serweriyê bikin. Dema ku em dibêjin, divê destûra bingehîn a demkî ya Sûriyeyê li gorî daxwazên gel, mezheb û olên Sûriyeyê be, mebesta me ew e ku cihêkarî di navbera mafên mirovan de neyê kirin û maf hemû bêne garantîkirin. Bêguman divê erka biryardanê hemû di destekî de kom nebe. Destûra bingehîn a Sûriyeyê ya nû bûye dewamiya siyasî ya rejîma Baasê; nehiştiye ku gelê Sûriyeyê beşdarî biryarên têkildarî avakirina Sûriyeyê ya nû bibe."
JINÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Mûna Yûsif diyar kir ku di dema şoreşa Sûriyeyê de jinên Sûriyeyî li gelek zehmetiyên weke destavêtin, koçberkirin, kuştin, bazirganiya mirovan rast hatin, li hemberî vê yekê ji bo mafên xwe têkoşiyan û got, "Dem hatiye ku jin mafên xwe ji nû ve bi dest bixin. Divê jinên Sûriyeyê destûra xwe ya bingehîn bi xwe binivîsînin." Mûna Yûsif destnîşan kir ku rola jinan a di nava civakê de nabe ku tenê bi malbatê bê sînorkirin û işaret bi serketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Mûna Yûsif destnîşan kir ku jinan li qadên siyasî, leşkerî û civakî xwe xurt kirine.
DIVÊ JIN ASTENGIYAN RED BIKIN
Mûna Yûsif anî ziman ku divê jin refên xwe bikin yek, li hundir û derve bi rêxistinên jinan re hevkariyê bikin, zextê li ser civaka navneteweyî bikin û got, "Divê astengiyên li pêşiya tevlîbûna wan a li qada siyasî red bikin, daxwaza mafên xwe bikin û destketiyên xwe yên şoreşê biparêzin."
DESTÛRA BINGEHÎN A DEMKÎ TÊ REDKIRIN
Mûna Yûsif diayr kir ku Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ji sala 2017'an û vir ve hemû beşên jinên Sûriyeyî li hev kom dikin, hewl didin tecrûbeyên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahiya welêt belav bikin û destnîşan kir ku ew destûra bingehîn red dikin. Mûna Yûsif got, "Em dixwazin destûra bingehîn bê guhertin û rola jinan a di avakirina Sûriyeyê de ji nedîtî ve neyê. Em dixwazin ku jin di avakirina Sûriyeya nû û demokratîk de bi rola pêşengiyê rabin." Berdevk Mûna Yûsif destnîşan kir ku Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê bi biryar e ku mafên jinan biparêze û bike ku tevlî pêvajoyên siyasî bibin.