TJK-E: Em bihara azadiyê bi hêvî û berxwedanê mezin dikin
TJK-E'yê got, "Dem dema geşkirina raperîna Newrozê ye, xurtkirina pêngava ji bo azadiya Rêbertî ye" û di serî de jin bang li her kesî kir ku qadên Newrozê dagirin.
TJK-E'yê got, "Dem dema geşkirina raperîna Newrozê ye, xurtkirina pêngava ji bo azadiya Rêbertî ye" û di serî de jin bang li her kesî kir ku qadên Newrozê dagirin.
Peyama Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê bi vî rengî ye:
"Em Newroza 2025'an bi ruhê têkoşîneke mezin pêşwazî dikin. Newroz ji bo gelê me ne tenê hatina biharê ye, di heman demê de nîşaneya berxwedan, azadî û ji nû ve vejînê ye. Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan mezin dibe, rêya ronahî ya têkoşîna me temsîl dike ku li dijî sîstema bi serweriya mêr, mêtingerî û her cûre zextê tê meşandin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hîn jî hêza bingehîn a meşa azadiyê ya gelê me û pêvajoya avakirina civaka demokratîk e.
Têkoşîna jinê ya ku îsal di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de mezin bilind bû, em bi agirê azadiyê yê Newrozê re digihînin hev. Em bi coşa biharê ya jinan ji 8'ê Adarê heta Newrozê pira azadiyê ava dikin. Em bihara azadiyê bi şoreşa jinê şîn dikin, bi hêvî û berxwedanê mezin dikin.
Di vê demê de wezîfeya me ya sereke û bingehîn mezinkirina pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rêxistiniya gel û jinan a bi paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha jiyana azad û wekhev, demokratîk bersiva me ya herî xurt a li hemberî faşîzm û mêtingeriyê ye. Bihara azadiyê wê bi şoreşa jinan reh berde nava jiyana gelên me. Ji ber vê yekê dem ew dem e ku em agirê raperînê yê Newrozê bi pêngava azadiyê ya Rêbertî hîn xurt bikin.
Li ser vê bingehê weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê em cejna Newrozê li her kesî pîroz dikin. Em bang li her kesî dikin, li jin, ciwan û gelê xwe dikin ku di vê Newrozê de qadan dagirin, têkoşîna azadiyê mezin bikin, civaka demokratîk ava bikin û ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin."