TJA’yê ji bo çalakiyên 4’ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir

TJA’yê ji bo çalakî û merasîmên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo banga tevlîbûnê kir.

4’Ê NÎSANÊ

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêber Apo ya 76’an e, bi sernavê “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyaniyeke nivîskî da.

TJA’yê diyar kir ku ew 4’ê Nîsanê bi berxwedana 8’ê Adarê û coşa Newrozê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku rojbûna Rêber Apo ji bo jinan mîlada lêgerîna azadiyê ye.

TJA’yê got: “Birêz Ocalan bi gotina ‘meseleya azadiya jinê, hemû girîngiya xwe diparêze’ careke din pirsgirêka jinê girte navenda hemû pirsgirêkên civakî. Me jinan bi gotina ‘azadiya Rêbertî azadiya me ye’ bersiva vê heqîqetê da. Em Banga Aştî û Civaka Demokratîk weke ronesansa xwe dinirxînin û berpirsyariya civakbûnê ya bangê digirin ser xwe. Ji bo xwedî derketina li banga ji bo jiyana hevpar, em roja 4’ê Nîsanê hemû jinan bi şîara ‘Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin’ vedixwînin qadan. Em jin ji bo hatina biharê bi azadiyê tacîdar bikin û ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet, em ê li qadan bin.”

ÇALAKIYÊN TJA’YÊ

Çalakiyên ku TJA wê di navbera 1-4’ê Nîsanê de lidar bixin, ev in:

* Li hemû bajaran wê şitlên “azadiyê” bên çandin.

* 3’yê Nîsanê wê li qada Festîvalê ya li Rihayê, civîna jinan bê lidarxistin.

* 4’ê Nîsanê wê bi pêşengiya jinan ji Xelfetî heta Amarayê meş bê lidarxistin.

* 4’ê Nîsanê wê li hemû bajaran şahî bên lidarxistin.