JIN
Hemû Nûçe
-
ROJIN: Ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin
Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) serdegirtina polîsan a bi ser mala rojnamevan Rabîa Onver şermezar kir û got, “Rabîa ku ku îmze avêt nûçegihantiyeke wêrek ne bi tenê ye, ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin.” -
Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 11 jin û 7 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê dikin
Li Girtîgeha Evîn a Tehranê 48 girtiyên siyasî yên jin li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di gotûbêja pirtûka “Komxebeta Di Girtîgehê De Jinbûn” axivî û got: “Divê li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînek civakî bê kirin.” -
Milîsên Jin ên Agir û Rojê li bazirganên narkotîkê xistin
Milîsên Jin ên Agir û Rojê li Geverê li bazirganên fûhûş û narkotîkê xistin. -
'Girîng e ku jin karên xwe nîşan bidin û pişta xwe bidin behremendiyên xwe'
Festîvala Payîzeyê ya Kelarê berdewam e û jinên beşdar têkildarî vê yekê diyar kirin ku girîng e ku jin pişta xwe bidin behremendiyên xwe. -
Pexşan Ezîzî nayê derman kirin
Hat diyarkirin ku Rojnamevan Pexşan Ezîzî li zindana Evînê ji ber pirsgirêkê serêşiyê daxwaza tedawî kiriye, lê daxwaza wê hatiye astengkirin. -
Li Endonezyayê nîqaşên li ser Jineolojiyê
Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Jineolojiyê li Endonezyayê bi çalakiyekê hate nîqaşkirin. -
Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinên cuda dewam dike
Komxebata Kovara Jineolojiyê di roja duyemîn de bi rûniştinên bi sernavên “Li dijî êrîşên zayendperest feraseta xweparastina hevpar” û “Em ê rêbazên têkoşîna hevpar di teorî û pratîkê de çawa bi hev re birêsin?” dewam dike. -
Li Lozanê standa "Ji Abdullah Ocalan re Azadî" hat vekirin
Endama Meclisa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû serdana standa ku rastî eleqeyek mezin hat, kir û bang li CPT û saziyên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd erka xwe pêk bînin. -
Komxebata Jineolojiyê: Em li dijî tundiyê têkoşînê bilind dikin
Derya Aydin di komxebata Jineolojiyê de wiha got: "Em rû bi rûyê gelek şêwazên cuda yên mêtingeriyê ne. Hemû destkeftiyên jinan di bin xeteriyê de ne.” -
Li Mêrdînê mirina bi guman a jineke ciwan a astengdara zihnî
Li navçeya Qoser a Mêrdînê jineke ciwan a bi navê Esra Bogurcu, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Komkujiya li hemberî jinan: Di 8 mehan de 280 jin hatin qetilkirin
Aktivîsta TJA’yê Bahar Peker diyar kir ku ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ya li ser kiryaran kuştinên jinan roj bi roj zêdetir dibin û got, “Em weke jin divê li dijî zîhniyeta mêr xweparastina xwe pêş bixin.” -
Li Swêdê, jineke ku jin û zarokên Êzidî kir kole, bi qirkirinê hate sûcdarkirin
Dadgehên Swêdê jineke 52 salî bi hinceta ku di navbera salên 2014-2016'an de li mala xwe ya li Reqayê jin û zarokên Êzidî kir kole, bi qirkirinê sûcdar kirin. -
Li Dîlokê jinek li mala xwe mirî hate dîtin
Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, jina bi navê Y.K. li mala xwe mirî hate dîtin. -
Jinên li Saratovê biryara darvekirina Peşxan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezar kirin
Jinên li Saratovê biryara cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatî birîn, şermezar kirin. -
TJK-E'yê ji bo festîvalê banga seferberiyê kir
TJK-E'yê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 32'yemîn banga seferberiyê kir û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo em tevlî festîvalê bibin." -
‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî mîhenga sedsala jinê ye’
Fermandariya HPJ’ê bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Xwedî li armanc û xeyalên şehîdên vê pêvajoyê derketin erkekî sereke ye. Li ser vê bingehê divê hemû jinên li qadan xwedî parastinek xurt bin û yekgirtî bin. -
Dogû: Dem dema serhildana li ser xeta serhildêr a Rêber Apo ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê bi serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bersiv ji her cûre kuştinan re bê dayin û ji bo pêngava 10'ê Cotmehê jî got, 'Bi ruhê raperîn û avakirinê yê Rêber Apo em pêngavê mezin bikin." -
Jin daketin qadan: Em ê ji Jîna heta Narînan hesap bipirsin!
Jinên ku di 2’emîn salvegera berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de daketin qadan gotin, “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narîn li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in.” -
Meşa li Amedê: Şoreşa jinê berfireh dibe!
Jinên Amedî di salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de daketin qadê û peyama, "Şoreş berfireh dibe" dan. -
Nergis Muhammedî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir
Nergis Muhammedî salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir û banga lidarxistina çalakiyan kir. -
YPJ'ê serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' silav kir
YPJ'ê bang kir ku her kes li dora felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li hev bicivin û got, "Yek ji qadên têkoşînê yên Rêber Apo têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr e." -
Meclîsa Kongra Star a Qamişloyê: Divê azadî were bidestxistin
Kongra Star a Qamişloyê têkildarî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî” li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir, ku divê têkoşîna ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê dewam bike. -
'Em ê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dawî li desthilatdariyê bînin'
Li Kantona Firatê, bi dehan jin bi wesîleya 2’yemîn salvegera qetilkirina sembola serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ Jîna Emînî hatin ba hev û diyar kirin ku ew ê bi rihê Jin Jiyan Azadî desthilatdariyê têk bibin.