JIN
Hemû Nûçe
-
Jinan li Stenbolê pirsîn: Narîn Guran li ku derê ye?
Jin Bihevre Xurtin (KBG) ji bo aqûbeta Narîn Guran ç 8 salî ku 18 roj in winda ye bipirse ji Emînonu heta Îskeleya Karakoyê meşiyan û destnîşan kir ku ew ê nehêlin bûyer bê veşartin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di mehekî de 23 jin hatin qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di meha Tebaxê de 23 jin hatin qetilkirin. Her wiha cezayê girtîgehê li 11 jinan hatiye birîn ku 6 ji wan Kurd in. -
PAJK: Hevrê Nujiyan mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt
Koordînasyona PAJK’ê: Hevrêya me Nujiyan a ku di êrîşa namerdane ya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst de şehîd bû, bi têkoşîna xwe ji me re mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt. -
Jinan çalakiya protestoyî lidar xistin: Ev daraz jinan naparêze
Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê diyar kir ku Daraza Tirk jinan naparêze û got: “Em hemû di bin gefê de ne.” -
Meha Tebaxê tundiya mêr: 31 jin û 5 zarok hatin kuştin
Meha Tebaxê li tevahiya Tirkiyeyê herî kêm 31 jin û 5 zarok di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan. -
YRJ'ê îmzeyên li dijî darvekirinê ji 14 rêxistinan re şand
YRJ'ê îmzeyên ku di kampanyaya “Na ji Darvekirinê Re” de kom kiribûn, ji 14 rêxistin û sendîkayên rojnamevanan, Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan, hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan re şandin. -
MKG: Meha Tebaxê jî zext û êrîş li rojnamevanan hate kirin
MKG'ê binpêkirina mafên mirovan ên meha Tebaxê li dijî rojnamevanan hatin kirin, eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku 2 rojnamevan hatin kuştin, êriş li rojnamevanekî hate kirin. -
YJK-S ji bo kampanya 'Tîrêjên Rojê' banga tevlîbûnê kir
YJK-S'ê ji bo kampanya 'Tîrêjên Rojê' banga tevlîbûnê kir ku wê 4'ê Îlonê li Cenevreyê bê destpêkirin. -
TJK-E pêngavê derbasî qonaxeke nû dike: Tîrêjên Rojê
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) pêngava bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' tê meşandin, bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' derbasî qonaxeke nû dike. -
Newaya Jin: Bûn ronahiya heqîqetê
Hejmara 234’an a Newaya Jin bi manşeta “bûn ronahiya heqîqetê” derket. -
Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
Li Semsûrê jinek ciwan ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin. -
'Bi guhertina Yasaya Kesî re dixwazin mejiyê DAÎŞ'ê rewa bikin, em qebûl nakin'
Suham Şengalî, têkildarê hewldanên ji bo guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya li Iraqê got, "Dixwazin zîhniyeta DAÎŞ’ê rewa bikin. Ev pêşnûme qanûn wê kareseta civakî ava bike. Em ê li dijî vê pêşnûme qanûnê heta dawiyê têbikoşin." -
Tirkiye Peymana Lanzarote bi cih nîne
Peymana Lanzarote ji bo parastina zarokan a ji destavêtin û destdirêjiyê yekemîn peymana herêmî ye. Tirkiye tevî ku mohra xwe daniye binê vê peymanê, wê bi cih nîne. -
Li Polonyayê ji bo ku jin xwe bigihînin mafê kurtajê, qanûn tên hêsankirin
Hikûmeta Polonyayê, ji bo ku jin bi awayekî hêsan karibin kurtaja bi ewle pêk bînin, qanûnên nû eşkere kir. -
Jinan li Swîsreyê komkujiyên li ser jinan protestokirin
Însiyatîfa Ni Una Menos bi boneya 5’emîn salvegera damezrandina xwe gera duçerxê ya ji bo 3 rojan da destpêkirin. Jinan bi çalakiyên xwe bal kişandin ser komkujiyên li ser jinan. -
Werîşe Mûradî: Jin wê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî hemû cîhanê bike
Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî, beriya rûniştinê nameyek ji raya giştî re nivîsî û wiha got, “Wê jin şêwe bidin dîroka vî welatî û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ belavî cîhanê bikin.” -
Ji rêxistina jinê ya Bakurê Efrîkayê piştevaniya bi rojnamevanên jin ên Kurd
Rêxistineke jinê ya li Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn kar dike, êrişên li dijî rojnamevanên jin ên Kurd bi tundî şermezar kir û işaret bi girîngiya piştevaniya li dijî rejîmên zordar kir. -
Li Efganistanê rêgezek din a li dijî jinan hate erêkirin
Li Efganistanê qedexe û zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Wezareta Belavkirina Fezîlet û Pêşîlêgirtina bêexlaqê ya Talîbanê li dijî jinan zagona “Bi dengekî ku qasî civak bibîhîse” xist meriyetê. -
Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî careke din hate taloqkirin
Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin, bi hinceta ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê cara duyem hate taloqkirin. -
Kongra Star: Em ê li dijî êrîşan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têbikoşin
Kongra Star bi daxuyaniyekî êrîşa dewleta Tirk ku îro li Qamişloyê li dijî wesayîteke pêk anî şermezar kir û got, “Tu kes nikare îradeya jina azad têk bibe. Em ê dijî êrîşan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî heta dawiyê têbikoşin.” -
Jinên ji tarîtiya DAÎŞ'ê rizgar bûn û ji bo azadiyê têkoşiyan
Piştî şoreşê jin ji bo karibin tevlî jiyana civakî bibin dest bi pêvajoya rêxistinbûnê kirin. Jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin, destdirêjî û êşkence li wan hatibû kirin. Ji bo bidawîkirina van travmayan jin tevlî saziyên civakî bûn. -
Rêya Berwar Dersim
Berwar Dersim di têkoşîna xwe ya 25 salan de ku ji sala 1999'an heta 2024'an dewam kir, li çiyê bi şer, eşq û gotinên xwe navê xwe li dîrokê nivîsand. -
'Têkoşîna li dijî tundiya li jinê mezin dibe'
Jiyan Hisên anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê destpê kir, lê di nava şoreşê de tundiya li dijî jinê bi dawî nebûye û behsa xebatên Kongra Starê yên rêxistinkirinê kir. -
Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî 36 hezar îmze hatin komkirin
Li dijî biryara darvekirina rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Mûhammedî bi pêşengiya Yekîtiya Çapemeniya Jinê 36 hezar îmze hatin komkirin. -
'Çekên rojnamevanên jin pênûs û zîhna wan e'
Rojnamevanên jin gotin, "Şehîdkirina rojnamevanên jin ku çekên wan pênûs û zîhna wan e, bi zelalî nîşanî me dide ku rola jinan çiqas bi bandor û xurt e û bûye sedema tirsa dijminên Kurdan."