Halîde Turkoglû: Wê jin pêşengtiya avabûna civaka demokratîk bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got: ‘’Wê jin pêşengtiya avabûna civaka demokratîk bikin.’’

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî hevdîtinên li gel partiyên siyasî û geşedanên di rojevê de yên piştî banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27’ê Sibatê, civîneke çapemeniyê lidar xist.

Halîde Turkoglû di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew li têkoşîna Dayikên Şemî û Aşitiyê xwedî derdikevin û bal kişand ser girtina derqanûnî ya Endama Meclîsa Jinan û Alîkara Hevseroka Giştî Sevtap Akdagê û got: ‘’Dosyaya têkildarî hevrêya me Sevtap Akdagê bi beyanên şahidên veşatî hatiye amadekirin. Daraza desthilatdariyê dubare bi hincetên derewîn derheqê hevrêyeke me de biryara girtinê da. Her wiha operasyonên siyasiyên li ser HDK’ê jî bi tu awayî nayên qebûlkirin.’’

Halîde Turkoglû di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê bi biryardarî dimeşînin û destnîşan kir ku wê jin pêşengtiya avabûna civaka demokratîk bikin û ev yek anîn ziman: ‘’Îradeya jinên ku li dora banga Birêz Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk kom bûye, nîşaneya vê yekê ye. Herî zêde jin li bangê xwedî derketin û ji niha pê ve jî wê wisa be.”

Halîde Turkoglû piştre diyar kir ku jin li hemberî zimanê siyaseta cihêkar û serweriya mêran dê weke kirdeyên resen ên siyasetê li her derê bin û têkildarî vê yekê xebat hatine destpêkirin.

Halîde Turkoglû di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tavilê dabînkirina şert û mercên xebitîna Rêber Apo daxwaza hevpar a bi milyonan welatiyan e û got: ‘’Divê li hemberî vê daxwazê bê deng nemînin û pêngavên hewce werin avêtin. Ji bo demokratîkbûyîna vê welatî tişta esas çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk e. Ji bo vê yekê jî divê li Tirkiyeyê pêvajoya demokratîkbûyînê destpê bike.’’