Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya serdanên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo de, bi Şandeya Polîtîkayên Jinan a Partiya Gelecekê re hevdîtin kir.

Jinên DEM Partiyî, serdana Şandeya Polîtîkayên Jinan a Partiya Gelecekê kir.

Hevdîtin li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê û ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Berdevka Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Parlamenterê Stenbolê Ozgul Sakî, Koordînasyona Jinan û endama Desteya Rêveber a Navendî Canan Çalagan tevlî hevdîtinê bûn.

Di Şandeya Partiya Gelecekê de jî, Alîkara Serokatiya Giştî ya Polîtîkayên Jinan Dr. Yeşîm Karadag, endama Desteya Rêveber û Parlamentera Denîzlî Sema Sîlkîn Un, Alîkariya Serokatiya Giştî ya ji Mafên Mirovan Berpirsyar parêzer Meryem Turktekîn, endama Desteya Rêveberiya Partiyê û Damezrînera Partiya Yenîyol parêzer Seyrangul Neslîhanoglû û Sekretera Giştî ya Serokatiya Polîtîkayên Jinan a Navenda Giştî Zeynep Ceylîn Ecer di hevdîtinê de bûn.

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî hevdîtinê ev tişt anî ziman: “Dibe mirov têkildarî gelek mijaran xwedî nêrînên cuda be, lê diyalog û muzakere girîng in û divê mirov ji siyasetê destpê bike.”

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de hatiye bilêvkirin ku ji bo aştî û demokratîkbûnê, pêdivî bi diyalogê heye.