Ji YJK-E’yê peyama Newrozê

Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir û xwedî li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê derket.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo gelê Kurd Ronesans, destpêka mîladekê ye.

YJK-E’yê ev tişt jî got: “Îro Rêber Apo bi felsefe û Îdeolojiya xwe ya Rizgariya Jinê gihiştiye astên gerdûnî. Ji bo zindîkirina banga Rêber Apo, em ê ji her demê bêhtir bikevin nava hewldanê.”

YJK-E’yê di dawiyê de ev tişt bilêv kir: “Bi vê wesîleyê em bang li her kesê dikin ku bibin dengê aştiyê, ji bo serxistina berxwedana Kawayên Hesinkar, Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan, ji bo serxistina banga civaka demokratîk xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Li ser vî bingehî di serî de hevrêyên me yên jin, em car din cejna Newrozê li hemû gelê xwe û mirovahiyê pîroz dikin.”