JIN
Hemû Nûçe
-
Ji Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo şehîdên YPJ'ê peyam
Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan ên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, peyama sersaxiyê weşand. -
Koordînasyona Jinan hedefgirtina 3’ê fermandarê jin şermezar kir
Koodînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hedefgirtina her sê fermandarên YPJ'ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî û hikûmeta Şamê kir ku bi erka xwe rabin. -
Foruma Şoreşa Jinan bi parvekirina encamnameyê bi dawî bû
Foruma yekemîn a Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn bi biryarên girîng têkildarî xurtkirina têkoşîna jinan di nava Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û pêşxistina hevgirtina jinan bi dawî bû. -
Jin bi hev re bi hêz in: Em kujer ji Roboskiyê nas dikin
Jin bi Hev re bi Hêz in bertek nîşanî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê dan û gotin, "Em qatilê Roboskî nas dikin" û gotin, "Heta ku berpirsyar neyên darizandin, ev komkujî wê bi dawî nebin.” -
Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de dest pê kir
Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kir. -
Roja yekem a Forûma Şoreşa Jin bi dawî bû
Roja yekem a forûma ku tê de sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinê hatî ragihandin bi dawî bû. -
Beşdarên Foruma Şoreşa Jin: Jin bi berxwedaniyê xwe bi cîhanê dan nasîn
Beşdarên tevlê Foruma Şoreşa Jinê ya li bajarê Qamişloyê destpêkirî bibûn diyar kirin ku jin bi saya bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate naskirin û di cîhanê de her kes dixwaze vê hişmendiyê nas bike. -
‘Pêwîstî bi stratejiyên rêvebirina şoreşê heye’
Asya Abdullah diyar kir ku ji bo rêvebirina şoreşê pêwîstî bi stratejiyên hê xurtir heye û got: “Divê hemû jin her yek mîna şervanekê taxa xwe biparêze, di qadên siyasî de hemû jinan temsîl bike û sîstemên civakî rêxistin bike.” -
Berfîneke rûheyv xwe gihand Viyan Soran
Gerîlayên azadiyê bi jin û xortên xwe li hember dagirkeriya dewleta Tirk şerê serfiraziyê dimeşînin. Yek ji wan gerîlayên jin ku di vî şerî de nasnameya jina azad parast û cihê xwe di nava dîroka azadiyê de girt şehîd Berfîn Rêbaz e. -
Foza Yûsif: Divê ruhê jinên şoreşger were mezinkirin
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û şer û diyar kir divê ruhê jinên şoreşger were mezinkirin. -
‘Em ê şoreşê bibin ji hemû Sûriye û jinên li herêmê re'
Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed got “Em ê şoreşê bibin her dera Sûriyeyê û bigihînin jinan.” -
Forûma Jinên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna 7 rêxistinên jinan dest pê kir
Bi pêşengiya Kongreya Star Forûma Jinên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna 7 rêxistinên jin dest pê kir. -
Li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anî bertek zêde dibin
Înisiyatîfa Jin a Kurdistanê Diparêzin diyar kir ku pêwîst e li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û hat gotin ku divê dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin. -
Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Li hemberî êrîşên dewleta Tirk em têkoşînê geş bikin
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bal kişand ser qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû û got “Ji bo yekîtiya jinên Kurd û ya gelê Kurd em têkoşînê geş bikin.” -
TAJÊ: Derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê tenê bi raperîna gel misoger e
TAJÊ komkujiya li Zaxoyê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin bi tundî şermezar kir û diyar kir ku sedema berfirehbûna wan êrîşan bêdengiya hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê ye; banga berfirehkirina çalakiyan kir. -
KJAR: Jin wê teslîmî vê pergala faşist nebin
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) têkîldarê êrîşên rejîma Îranê li dijî berxwedana jinan daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku heya dawî ew ê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin. -
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Kahya: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Latîfe Demîrcî Kahya diyar kir ku ew biryara Şûraya Dewletê ya li ser betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin. -
Li Rojava wê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn were lidarxistin
Bi beşdariya 7 sazî, rêxistin, yekitî û meclisên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn were lidarxistin. Forûm wê li Qamişloyê were lidarxistin û wê 2 rojan bidome. -
Derheqê nûçegihana Jinnewsê lêpirsîn hat vekirin
Derbarê nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger bi îddîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat vekirin. -
Newroz Ehmed: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke cîhanî ye
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed got, “Dema ku pergala desthilatdar di qeyrana cîhanî de bû şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ji ber vê bandora xwe li tevahî cîhanê kir.” -
Li Stenbol û Îzmîrê jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin qadan
Jin li Stenbol û Îzmîrê li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin qadan û diyar kirin ew biryara têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê nas nakin. -
Ji Şûreya Dewletê biryara neyartiya li dijî jinê
Şûraya Dewletê, daxwaza betalkirina Biryara Serokkomar a xwe kişandina ji Peymana Stenbolê red kir. -
KBDH: Parastina Şoreşa Rojava peywira me ya sereke ye
Konseya Giştî ya KBDH’ê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir parastina vê şoreşê peywireke sereke ye. -
Talîban hewl dide xebatkarên jin ji kar derxîne
Rayedarên Talîbanê yên ku li Efganistanê desthilatdar in, ji xebatkarên jin re gotine, “Li şûna xwe xizmên xwe yên mêr pêşniyaz bikin, em ê we ji kar derxînin.” -
Fermandareke xurt, bi biryar û wêrek bû
Heval Gulbahar ji Botanê bû. Xwedî li kevneşopiya berxwedêriyê ya herêma xwe derket. Kenê xwe ji hevrêyên xwe re hişt û tevlî nava karwanê nemiran bû.