Bi tevlîbûna hejmarek jinên ku di partî û saziyên ku di nav sîstema rêveberiya xweser de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), jinên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên derveyê Sûriyê Foruma Şoreşa Jin di roja xwe ya yekem de hate li darxistin. Di destpêka forûmê de ji bo bîranîna hemû şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hate girtin.
Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed axaftina vekirinê kir. Piştî axaftinê sînevîzyonek têkildarî şehîdên jin ên Rojava hate temaşekirin. Her wiha peyamên ku jinên ji dewletên derve şandin hatin guhdarkirin.
Di forumê de endama Akademiya Jineolojî û Endama Komîteya Amadekar a Foruma Şoreşa Jin Rohilat Arif axivî.
Rohilat di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava (19’ê Tîrmehê) gelek rêze çalakî hatin lidarxistin, destnîşan kir ku ji bo destkeftiyên ku di şoreşê de hatine bi destxistin di asta cîhanî de bê nirxandin ev forum hate lidarxistin û da zanîn ku biryara lidar xistina vê forumê ji aliyê 7 rêxistinên jinan ve hat girtin.
‘ARMANCA GIRÎNG EWE KU AZADIYA CIVAKÊ, BI AZADIYA JINÊ RE WERE PÊŞXISTIN’
Rohilat anî ziman ku xebata di deh salan de hatiye kirin, bû mala her kesê û her jina azadîxwaz û wiha pêde çû: “Gelek jinên ji welatên cuda bi riya înternetê beşdarî forumê bûn. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rêxistinên jin ên cuda cuda jî beşdarî forumê bûne. Em di vê baweriyê de ne ku yekîtiya jinan a stratîjîk wê bê çêkirin. Her wiha xurtkirina têkiliya jinên Rojhilata Navîn bi jinên enternasyonal re girînge û girîngiya rola jinên enternasyonal û şehadetên ku çêbûne, ji bo têkiliyên me nûnertiya azadiyê kirine. Pirsgirêka esas a gelan fikirandine, ji bo wê jî divê pêşiya wê were vekirin û di nav hemû gelan de ev zanist were pêşxistin, guhertin bên çêkirin. Armanca girîng ewe ku azadiya civakê, bi azadiya jinê re were pêşxistin.”
Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşê Efendî jî nêrînên xwe yên di derbarê lidarxistina Forumê de anîn ziman.
‘HER KESÊ KU DI CÎHANÊ DE DIXWAZE BÎRDOZIYA RÊBER APO NAS BIKE’
Eyşê balkişand ku divê destkeftiyên ku di şoreşê de hatine bi destxitin bên parastin û got: “Piştî 10 salan jinê dengvedanek di cîhanê de çêkir. Bi saya bîrdoziya Rêber Apo hate naskirin û di cîhanê de her kes dixwaze vê hişmendiyê nasbike. Her wiha bi hêviya ku ev forum bibe encamek a parastina destkeftiyên heyî û parastina destkeftiyên jina Kurd û pêkhateyên din.”
Eyşê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jina kurd xwe di cîhanê de bi berxwedaniya xwe û dîroka ku bi tîpên zêrîn û xwîna şehîdan hatiye nivîsandin da naskirin. Bi saya vê yekê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”