Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de dest pê kir

Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi boneya salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku duh li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişlo Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kiribû. Forûm îro di roja duyemîn de didome. Forûm îro jî bi beşdariya dehan çalakvan, hunermed, siyasetmedar û rêveberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek enteryonalîstên di 10 salan de tev li şoreşê bûne, dest pê kir.

Li gorî bernameya Forûmê, dê îro mijarên xebatê yên li ser "Pêşengiya jinan di guhartin û veguhertina civakî de", "Têkoşîna jinan li qadên siyasî û hiqûqî", "Pêwîstiyên me ji bo pêşxistin, parastin û pêkanîna mafên jinan” û "Pêşxistina aboriya jinan li hember siyaseta xizaniyê" werin pêşkêşkirin û dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Forûm ji du rûniştinan pêk tê; ya yekemîn bi navnîşana "Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ve, bandora şoreşê li têkoşîna jinan” e. Ev rûniştin wê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Îlham Metlî, endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf û endama Komeleya Tûnisî ya Jinên Demokrat Selwa Qîqa ve were birêvebirin.

Di rûniştina duyemîn de jî wê endama Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen, endama Kongra Star Rûken Ehmed û aktîvîsta Lubnanî Namir Bedredîn encamên Forûmê û perspektîfên têkildarî plansazî û pêşerojê nîqaş bikin.

Tê payîn ku Forûma Şoreşa Jinan bi encamnameyekê têkildarî şoreş û têkoşîna jinan bi dawî bibe.