Gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmanî ji dayîk dibe. Wek jineke Soran hîn di temenekê ciwan de êrîşên qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin bi awayekî dijwar dibîne û li beramberî wê dikeve nava lêgerînê. Di pêvajoya lêgerîna jiyana azad de tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê nas dike. Hevaltî û fedakariya di nava tevgera PKK’ê de dibîne, heqîqeta jiyan û jinê ya gerîlayên azadiyê bandorî li ser wê çêdike û beşdarî PKK dibe, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
BERFÎN: DI ŞOPA VIYAN SORAN DE JINEKE WÊREK BÛ
Ji bo ku şopa Viyan Soran de bibe jineke şerker û serkeftî, ji roja destpêkê ku ber bi çiyayên Kurdistanê ve dimeşe, bê sekin xwe di nava rastiya jiyana Rêber Apo de perwerde dike û ji nû ve diafirîne. Jina ciwan Berfîn di demeke kin de xwe li ser bîrdoziya azadiya jinê kûr dike û li ser xeta Viyan Soran soza serkeftinê dide. Bi vê bîr û baweriyê li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê de erk û berpirsiyartî digre. Ne tenê şer dike, ji bo bigihîje azadiyê her kêlî xwe di nava heqîqeta dîroka gelê xwe de nas dike. Dagirker dixwestin nasnameya gelê Kurd tine bikin û hişmendiya serweriya zilam jî nirxê jinan tine dikir. Ji ber vê hêrsa Berfîn zêde dibû. Wek jineke xwedî li nirxên xwe yên dîrokî derket û berê xwe da rêça azadiyê da ku nirxên windabûyî careke din bi dest bixe.
DENG Û AWAZÊN BERFÎN VÎNA GERÎLAYAN VEDIGOT
Gerîla Berfîn li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê de tevlî cengên mezin dibe, di şer û pevçûnên dijwar de cîh digre. Wek gerîlayeke YJA Starê her tim biryardariya serfiraziyê dijî. Li pey baweriyên xwe dimeşe ji ber vê her tim coş û morala serxistina xeyalên xwe dijî. Bi qasî ku ser dixe, zêdetir dibe xwedî hêza serkeftinê. Çavê hevalên wê her tim lê digere lewra Berfîn wek deryayek diherike ber bi dîroka azadiyê ve. Bi awaz û dengê xwe qirîna azadiyê li her gavekî çiyayan de bilind dikir. Ji dar û axên Kurdistanê, ji rêhevalên xwe yên qehreman îlham digirt û stranên azadiyê ji hestên herî pak ve digot. Deng û awazên wê digihîşt asîmanan. Di lûtkeyên her çiyayekî de, di dilê her kesî de Berfîn, jineke wêrek û xwedî hestên azad bû. Heqîqeta şerkeriya gerîlayan di awazên Berfîn de zindî dibû û dîroka rast ya gelê Kurd vedigot ji cîhanê re.
‘WÊ KURDISTAN JI XIYANETKARAN RE BIBE GORISTAN’
Berfîn jineke şoreşger bû û ji bo azadiya gelê xwe bê teredût di eniyên şer de tevlî gelek çalakiyan bû. Ji destpêka pêngava Cenga Xabûrê heta kêliya ku gihîşt şehadetê li hember dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya nokeran, şerekî fedaîyane meşand. Li hember xiyanetkarên Kurd hêrsekî mezin jiyan kir wiha digot; “Em ji bo heval Viyan soza xwe dubare dikin. Em ê her tim li ser şopa wê bimeşin. Em dizanin ev pêvajoya ku em tê de derbas bibin a sala 2022’an wê pir giran be lê belê bila dewleta Tirk û îxanetkarên Kurd jî divê vêya baş bizanibin ku em ê ti carî dev ji şopa heval Viyan bernedin. Em ê her dem di rêça wê de berdewam bikin. Wesiyata heval Viyan jî ew bû ku em her tim dîlanê bigirin. Em ê vê daxwaza heval Viyan pêk bînin û her dem dîlanê bigrin. Em ê wek wê bi xeta azadiyê re bijîn. Wek jineke ji Başûrê kurdistanê şopa heval Viyan berdewam bikim. Bila dijmin re bibe kûl ku ew ti carî nikarin li ser axên Kurdistanê bijîn. Bila îxanetkar û noker jî vêya baş bizanin ku PKK heta dawî wê li çiyayên Kurdistanê be û biparêze. Em heta dawî jî amade ne, li hember dijmin şer bikin.”
‘QÎRÎNÊN ÇIYA WEK BANGA AZADIYÊ HER DI GUHÊ MIN DE YE’
Berfîn Rêbaz jineke Soran û lêgerînvaneke jixwebawer bû. Li pey xeyalên xwe yên azadiyê de bi kelecanek mezin dimeşiya. Di nava rastiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê PKK’ê xwe ji nû ve diafirand. Bi biryar bû, ew ê wek Viyan û Bêrîtanan bijî. Her dem soza xwe dubare dikir û nirxandinekî xwe ya di nava Cenga Xabûrê de digot “Hêza min heye, ezê gavên mezin bavêjim. Wek jinekê Başûrê Kurdistanê li gorî felsefeya Rêber Apo dixwazim gavên serkeftinê biavêjim û bibim layiqê gelê xwe. Di jinê de ew hêz heye û dikare her tiştî ser bixe. Ez ê bi azadiya xwe re civaka xwe jî bigihînim azadiyê. Qirînên çiya wek banga azadiyê her di guhê min de bû. Ez wek gerîlayek dema stranan dibêjim hestên azadiyê di dilê min de çêdibe. Ji bo her zindiyek di xwezayê de dixwazim peyvên herî xweş bibêjim. Civakê de mirov xwe wekî ku di nava qafesê de dîl hatiye girtin hîs dike, xweza dibe sedem ku mirov bi hêz û baweriya xwe gavan biavêje. Xweza mirovan de hestên azadiyê ava dike. Ez jî bi van hestên azad ve şer dikim û her tim şer bikim.”
Gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz di oxira azadiya gelê xwe de bû xwedî şer û jiyanek mezin. Bi wêrekî şer kir, bi zanebûna azadiyê re têgihîşt rastiya jiyanê, bi cewhera xwe ya pak serî de ji bo jinên Soran û tevahiya jinên azadîxwaz re rêzantiya hebûna azad kir. Di pêngava Cenga Xabûrê de gihîşt şahadetê.