Newroz Ehmed: Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke cîhanî ye

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed got, “Dema ku pergala desthilatdar di qeyrana cîhanî de bû şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ji ber vê bandora xwe li tevahî cîhanê kir.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed, bi boneya salvegera 10’emîn şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ANF’ê re axivî.

Newroz Ehmed li ser destkeftî û guhertinên di encama şoreşa 19’ê Tîrmehê di li cîhanê rû daye wiha got: “Bi şerê ku me li hemberî DAÎŞ’ê da meşandin, em bûn hêzeke cîhanî. Di şexsê heval Lêgerîn û Avaşînan de gelek kesan berê xwe dan şoreşê û ev yek hişt ku şoreşa 19’ê Tîrmehê sînoran derbas bike.”

Newroz Ehmed bal kişand ser şert û mercên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe di nav de afirand û wiha got: “Pergalên desthiladar ne tenê li Sûriyeyê, li hemû cîhanê xitimîbû. Pergala heyî bi darê zorê civak didan meşandin, mafê mirovan binpê dikirin. Hemû qeyranên ku heyî di nava civakê de teqandinek pêk anî. Pêvajoya şoreşê ya ku weke Bihara Ereban û Bihara Gelan hate binavkirin, raperîna gelan bû. Civakê êdî hew dikarî tehemulî pergala heyî bike. Di salên 2010-2011’an de pêvajoyek bi vî rengî dest pê kir û pêl bi pêl mezin bû. Ev pergalên heyî di hemû waran de gel qebûl nedikirin. Ev pêvajo bi carekê re dest pê nekir. Weke mînak Rejîma BAAS’ê nêzî 40 salan bi siyaseta xwe hebûna civakê înkar kir, tune hesiband û ev hemû di gel de li hemberî rejîmê bertekek derxiste holê.

‘SERHILDANÊN HEYÎ BI ÇEND KESAN DEST PÊ KIR Û GIHIŞT MILYONAN’

Newroz Ehmed anî ziman, bi taybet lêgerîna gelê Kurd ya azadiyê gelek xurt bû û got: “Rewşa heyî qeyraneke cîhanî derxist hole, ne tenê di welatên Ereban de mirov nikare rewşa hate jiyîn di asta cîhanî de bigre dest. Pergala hegemonîk di asta cîhanê de êdî nehate qebûlkirin. Qeyranên siyasî, aborî, civakî hîn kûrttir xwe dan pêş. Di rewşek wisa de lêgerîna çareseriyê û qîrîna civakan li hemberî pergalê derket pêş. Welatên weke Tunis, Lîbya û Misirê mirovan agir berdan canê xwe, ev sînorên dawî yên tehemulê ya civakan nîşan dida. Ji ber ku ferdê di nava civakê di vê ferqê de bûn ku pergalên heyî xwe li ser tunebûna civakan ava dikin. Me di destpêkê de ev pêvajo weke şerê cîhanê yê sêyemîn nirxand. Ev pêvajo bi mûdaxaleya li ser Iraq û Efganistanê dest pê kir û heta roja me ya îro jî berdewam dike. Ev mûdaxalêyên hatin kirin jî ne li ser esasê çareseriyê bûn, hin zêdetir ji bo sekinandina bertekên civakê hatin pêkanîn. Dibe ku bi çend kesan ev serhildan destpêkirin, desthildaran digotin kê van serhildanan rêxistin dike. Ne tene kesek civak bi temamî xwedî van bertekan bûn. Serhildanên heyî bi çend kesan dest pê kir û di demeke pir kurt de gihîşt mîlyonan.”

‘JINA KURD BI FEDAKARIYEKE MEZIN TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛ’

Ehmed diyar kir ku ya ku herî zêde li hemberî pergala înkar û îmhayê sekînî û bû xwedî helwest jin bûn û wiha pê dê çû: “Pergalê kiryarên xwe yên şovenîst û qirker bi taybet jî di şexsê jinê de pêkanî. Civak êdî di şexsê jinê de hatibû qetilkirin. Dibe ku di civakê de asteke zanistê a pir bilind tune bû lê êdî civakê dizanibû ku bi pergala heyî re nayê jiyîn. Ne tenê di şoreşa 19’ê Tîrmehê de di gelek welatên Ereban de jî jin rabûn ser xwe û cihê xwe di nava serhildanan de girtin. Bi taybet li Misirê jinan cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Hezên desthiladar xwestin bi siyaseta marjînalkirinê vê helwesta jinan bêbandor bikin. Lê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jinên Kurd li hemberî desthiladariya heyî xwedî mîraseke xurt bûn. Ji Besê, Berîtan û Zîlanan bingeheke xurt a berxwedaniyê ya ku zû bi zû serî natewîne hebû. Ji ber wê jî jinan di pêvajoya şoreşê de roleke xwe ye girîng leyîstin. Ji ziman heta çand tu tişteke civakê nedihat qebûlkirin. Ev rastiya heyî bi têkoşîna jinan bû yek û ji serhildan û raperînan re rê vekir. Tevî ku pêşerojeke pir diyar jî tune bû lê, civakan xwe bi çirûskekê ve girtin û heta roja îro hatin. Jina Kurd bi fedakariyeke mezin tevî hemû zor û zehmetiyan tevlî şoreşê bû. Jina ku hebûna wê tenê di malê de dihate qebûl kirin, îradeyeke bihêz diyar kirin.”

‘YPJ BÛ SEMBOLA TEKOŞÎNA AZADIYÊ’

Ehmed anî ziman ku civak bi nerazîbûnên xwe rastî êrîşeke pir dijwar hatin û wiha axivî: “Pergala heyî wisa hêsanî guhertinên ku dihatin kirin qebûl nedikir. Ji bo vê yekê parastin pêwîst bû. Bi vê armancê me Yekîneyên xweparastinê ava kir, di nava van yekîneyan de jinan jî cihê xwe girtin. Gelek jinan dev ji malbatên xwe berdan û tevlî şoreşê bûn. Yadê Gulê ji bo vê yekê mînakek bû. Jinan ji bo şoreşê pêşengtî kirin, civak jî li hemberî vê yekê astengiyeke mezin dernexist. Di destpêkê de tecrûbeyeke pir bi hêz tune bû lê jinên ciwan bêdudilî, cihê xwe di nava yekîneyan de girtin. Di pêvajoyên destpêkê li hemberî komên çete şerê ku me da meşandin, ji bo me tecrûbeyek pir mezin afirand û pêwîstiya parastinê hîn zêdetir derxist pêş. Li Kobanê û Şengalê şerê ku hate meşandin, têkoşîn û berxwedaniya heyî di asta cîhanî de danasandin. Hemû cîhanê xwe li derdora vê kom kir. Bi şerê li hemberî DAÎŞ’ê, em bûn hêzeke cîhanî. Di şexsê heval Lêgerîn û Avaşînan de gelek kesan berê xwe dan nava şoreşê û ev yek hişt ku şoreşa 19’ê Tîrmehê sînoran derbas bike. Ji ber rewşa ku dihat jiyîn qeyraneke cîhanî bû, wê helbet çareseriya wê jî wê bandor li cîhanê kiriba. Bi vî avayî şoreşa me bû şoreşeke cîhanî. Ev jî bû sedem ku li gelek decerên cîhanê jin berê xwe bidin nava rêfên YPJ’ê. YPJ bi vî awayî bû sembola têkoşîna azadî û yekitiyê.”

’EM Ê LI HEMBERÎ HER CURE ÊRÎŞAN ŞOREŞA XWE BIPARÊZIN’

Newroz Ehmed ragihand ku bi taybet li ser jinan kiryarên pergala zilam li hemû deveran heman şêwazê ye û wiha dewam kir: “Ji bo vê divê jin xwe pêş bixin xwe û rêxistin bikin.Li gelek welatên din şoreş pêk hatin lê mayînde nebûn. Jinan di gelek şoreşên cîhanê de cihê xwe girtin lê têkoşîna wan di gava duyemîn de ma û weke pirsgirekek piştre were çareserkirin hate dîtin. Nîve civakê jinê, ger ku mirov vê civakê nebîne wê pirsgirêk çawa were çareser kirin, pirsgirêka esasî di vir de ye. Têkoşîna jinan her dem berdewam kiriye lê, em careke din pêdîviya xurtkirina têkoşîna jinan dibînin. Têkoşîna ku me da meşandin di vî warî de gaveke mezin bû. Bi taybet qada leşkerî qadeke pir zehmet e lê me di qada leşkeri de dest pê kir û niha jin di hemû qadên rêveberiya xweser de xwe cîhê digrin. “

‘EM Ê BI GELÊ XWE RE LI SER AXA XWE YA AZAD BIJÎN’

Newroz Ehmed wiha qala tevlîbûna têkoşînê kir: “Beşdarbûna nava refên têkoşînê di encama berdêlên pir giran de çêbû û got: “Pêşengên me yên weke Jînda, Rûken, Warşîn, Ozgur û Zozan bûn sembola berxwedan û şoreşê. Herî dawî di Berxwedana Rûmetê de Hevrîn Xelef û Yadê Eqîdê jî bûn sembola berxwedana jinan. Şoreşa 19’ê Tîrmehê da diyar kirin ger mirov bixwaze têkoşînê bike sînor tune dibin. Derveyî qada leşkerî jî di qada siyasî de jin têne hedefgirtin. Di van 10 salên şoreşê de jinan berdêlên pir giranbiha dan lê, di kêleka van berdêlan de em li gelek deverên cîhanê ji jinan re bûn heviya serkeftinê. Em rojane dibin hedef, civakên ku xwe li derdora fikrê azad kom kirinê ji desthildaran re dibin hedef. Lê tevî van êrîşan jî me tecrubeyek pir mezin qezenc kiriye. Îro şervanên ku parastina welatê xwe kirine, cezaya miebedê li wan tê birîn. Pergalên desthiladar dixwazin xwe bidomînin lê, li hemberî vê berpirsiyartiyeke mezin a ciwanan jî heye. Em ê li hemberî metîrsiyên ku li ser şoreşê hene, xwe bi hêz bikin, hebûn û hişmendiya xwe biparêzin. Em li gelek cihên cîhanê dibînin, mînak li Efganîstanê jî hate dîtin; kesek ji derve nayê parastina te nake, pêwîst e tu bi xwe parastina xwe bikî. Emê tecrûbeyên xwe yên heyî bi jinên cîhanê re parve bikin ji ber ku êşên me ji hevdû pir cûda nînin, encax em dikarin birînên xwe weke jin bi xwe derman bikin.

Herî dawî Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed ragihand ku ew ê weke hêzên parastinê Şoreşa Rojava biparêzin û da destnîşan kir ku dijmin bi awayeke hovane tê ser wan lê ew di her alî de amade ne û got “Em bi hêvî ne, tevî gelê xwe li ser axa xwe bi azadî bijîn.”