Hûda Sha’arawî: Pêşengek ku rê li ber jinên Misrê vekir
Hûda Sha’arawî li Misrê bi gavên xwe yên wêrek bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê û bi rakirina pêçeya li ser rûyê xwe re, cesaret da jinan ku dengê xwe bilind bikin.
Hûda Sha’arawî li Misrê bi gavên xwe yên wêrek bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê û bi rakirina pêçeya li ser rûyê xwe re, cesaret da jinan ku dengê xwe bilind bikin.
Hûda Sha'arawî di sala 1879'an de li Qahîreya Misrê ji dayik bûye. Ew yek ji parêzvanên pêşeng ên mafên jinan li cîhana Ereba ne û pêşenga tevgera femînîst e. Hûda Sha’arawî ku hem xwedî zanabûne û hem jî xwedî kesayetek xurt e, di tevahiya jiyana xwe de ji bo parastina mafên jinan û derbaskirina newekheviya zayendî gavên girîng avêtine.
Hûda Sha’arawî li Misrê di nava malbateke xwedî nêrîn û rewşenbîr de ji dayik bûye. Bavê wê di nav cîhana Ereban de perwerdekarekî bi navûdeng bû û ji ber vê girîngiyek mezin dida perwerdeya keça xwe. Hûda Sha’arawî di biçûkatiya xwe de tevî ku kevneşopiyên civakî perwerdehiya jinan sînordar dikirin jî, girîngî da xwendina xwe. Di temenek biçûk de bi taybetî wêjeya Fransî û Erebî bi kûrahî lêkolîn kiriye û der barê pêlên ronakbîrên li seranserê cîhanê de, bûye xwedî agahî.
TÊKOŞÎNA WÊ YA CIVAKÎ
Hûda Sha’arawî ji bo ku jin di nava civakê de hê bêhtir cih bigirin, perwerde bibînin û mafên xwe biparêzin têkoşîn meşand û bi vê têkoşîna xwe derket pêş û hat naskirin. Di wan salan de li Misrê mafên jinan nedihat naskirin. Rêjeya xwendin û nivîsandinê kêm bû û mafê axaftinê ji bo jinan nedihat dayîn. Ji bo guhertina vê rewşê Hûda Sha’arawî di sala 1908’an de Yekitiya Jinên Misrê ava dike û ji bo jin di jiyana civakî de cihek mezintir bigirin û perwerde bibin, hin proje pêş dixe.
TÊKOŞÎNA JINAN A JI BO SERXWEBÛNÊ
Hûda Sha’arawî ji ber jin li Misrê dihatin piştguh kirin, serî rakir û li dijî wê derket. Di wê demê de civak bi rêgezên kevneşopî yên îslamî teşe bibû. Desthilatdariya Osmanî bi dawî bibû û li şûna wê desthilatdariya mêtinger a Brîtanî hatibû. Jin di jiyana civakî û aborî de hema hema qet cih nedigirt. Hûda Sha’arawî ji bo guhertina vê rewşê têkoşiya. Bang li jinan kir ku ne tenê di nava malê de, di jiyana civakî de jî bi awayekî aktîf cih bigirin. Di vê çarçoveyê de kampanyayên bi armanca perwerdekirina jinan da destpêkirin û ji bo jin karibin di nava siyasetê de cih bigirin ked da.
SERHILDAN Û BERXWEDANA MISRÊ YA SALA 1919’AN
Hûda Sha’arawî di dema serhildana Misrê ya sala 1919’an de, bi awayekî aktîf beşdarî têkoşîna civakî ya jinan bû. Ev serhildan beşeke girîng a têkoşîna serxwebûna neteweyî ya li dijî mêgingeriya Brîtanyayê bû. Hûda Sha’arawî di dema xûrtbûna serhildanê de, ji bo ku jin beşdarî xwepêşandanên siyasî bibin, bi rêxistin kir. Ew yek ji wan kesên pêşî bû ku rola jinan di têkoşîna serxwebûnê ya Misrê de derxist pêş.
ÇALAKIYA RAKIRINA PÊÇEYA LI SER RÛ
Çalakiya Hûda Sha’arawî ya herî bi navûdeng û balkêş di sala 1923’yan de rakirina pêçeya li ser rûyê xwe bû. Di wê demê de li Misrê, jin bi kevneşopî neçar bûn ku bi pêçeyan ser rûyên xwe bigirin. Hûda Sha’arawî bi rakirina pêçeya li ser rûyê xwe ya li stasyona trenê ku sembola têkoşîna mafên jinan a Misrê ye, cesareteke mezin nîşan da û bi vê helwesta xwe cesaret da jinên din. Ev çalakî weke pêngaveke mezin a ji bo azadiya jinê li Misrê derbasî dîrokê bû.
Hûda Sha’arawî di tevahiya jiyana xwe de hem li Misrê û hem jî li cîhana Ereban bûye semboleke girîng a têkoşîna ji bo mafên jinan. Hûda Sha’arawî ku di sala 1947’an de koça dawî kir, bi mîrateya ku li pey xwe hişt re, di avakirina tevgera mafên jinan de hem li Misrê û hem jî li cîhana Ereban roleke girîng lîst. Têkoşîna wê hişt ku jin ne tenê di jiyana civakî de, di qadên weke siyaset û aborî de jî bibin xwedî gotin.
Xebata Hûda Sha’arawî ya ji bo maf û azadiyên jinan ne tenê di dema xwe de, îro jî îlhamê dide jinan. Jiyan û têkoşîna wê ji bo tevgerên jinan ne tenê li cîhana Ereban, li tevahiya cîhanê bû xaleke veguhertinê.
Çavkaniya wêneyê: Wikimedia Commons