Ceylan Akça: Li DYE’yê eleqe û piştgirî ji bo pêvajoyê heye

Ji Heyeta DEM Partiyê ya ku li DYE’yê hevdîtinan dike parlamentera Amedê Ceylan Akça anî ziman ku eleqeya ji bo pêvajoya çareseriyê gelekî zêde ye, lê belê tê meraqkirin bê hikumet çima gaveke şênber neavêje.

CEYLAN AKÇA

DEM Partiyê li Elmanya, Îngilistan û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) karên xwe yên dîplomatîk zêde kir. Ji heyeta DEM Partiyê ya ku di navbera 22-28’ê Hezîranê de li DYE’yê hin hevdîtinên dîplomatîk kir parlamentera Amedê Celan Akça li ser çavdêriyên xwe ji ajansa me re axivî.

Akça anî ziman ku ew hewl didin ji raya giştî ya navneteweyî re qala pêvajoyê bikin ku bi banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û got, “Heyetên me bi serokatiya Hevserokê me Tûncer Bakirhan li Elmanya û Îngilitanê hevdîtin kirin, me jî li DYE’yê dest bi hevdîtinan kirin. Bi taybetî ji ber hebûna DYE’yê ya li Sûriyeyê, têkiliyên Tirkiyeyê yên bi NATO’yê re û ji ber rewşa giştî ya li herêmê, ji bo dewamkirina vê pêvajoyê em fikirîn ku peyamên erênî yên ji DYE’yê bên, wê girîng bin.

Di serdanê de me hevdîtin bi saziyên siyasî yên muxafazakar, demokrat û demokratîk sosyalîst re kir. Yek ji wan jî tevgera demokratîk sosyalîst bû ku li New Yorkê bilind dibe. Bi vê derdorê re ku kesayetên weke Alexandria Ocasio-Cortez û Berni Sanders li pêş in, ji aliyê îdeolojîk ve me gelek aliyên xwe yên hevpar dît, ku ev yek girîng bû. Vê danûstandinê derfet afirand ku em di navbera siyaseta ‘xeta sêyemîn’ a li DYE’yê û xeta me de têkiliyeke bi wate dînin.”

Parlamenter Akca ragihand ku li Middle East Institute (ME) ew beşdarî civînekê bûn û bi vî rengî dewam kir: “Di vê civîna bi beşdariya berfireh de sefîrên bilind ên berê û yên heyî, rayedarên karên derve û akademîsyen tevlî bûn. Eleqeya ji bo pêvajoyê gelekî zêde bû. Bi taybetî dihate pirsîn bê çima Tirkiye gavên şênber neavêje, ev pêvajo wê çawa bi pêş ve biçe.

Saziyeke din a girîng jî Foreign Policy Research Institute (FPRI) bû. Li vê derê jî xeta polîtîk a partiya me, polîtîkayên me yên rêveberiya xwecihî, nêzîkatiya me ya azadîparêziya jinê gelekî bal kişand. Anîn ziman ku li Rojhilata Navîn nêzîkatiyeke bi vî rengî ya berfireh û demokratîk dikare bibe mînak.”

Akça diyar kir ku li Senato û Wezareta Karên Derve ya DYE’yê re li hin yekîneyên cuda wan hevdîtin kirin û got, “Lê belê di roja destpêkê ya serdana me de ji ber ku êrîşa DYE’yê ya li ser Îranê pêk hat, tansiyona herêmî gelekî bilind bû. Her wiha paketa qanûna ‘Big Beautiful Bill’ ku rêveberiya Trump xistibû rojevê, di nava raya giştî de bûbû sedema nîqaşên mezin. Hem ji ber rojeva navxweyî hem jî krîza polîtîkaya derve, li gel ku mijarên têkildarî pêvajoyê rojeva sereke nebû jî piştî ku ji me guhdarî kirin eleqe nîaşn dan û hin hilbijartiyan diyar kirin ku ew dixwazin piştgiriyê bidin.”

Akça her wiha destnîşan kir ku armanceke vê serdanê jî xurtkirina nûneriya wan a li DYE’yê bû û got, “Di vê mijarê de hin danûstandinên me çêbûn. Em li bendê ne ku di demeke nêz de di vê mijarê de gavên şênber bêne avêtin.”