TAJÊ: Derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê tenê bi raperîna gel misoger e

TAJÊ komkujiya li Zaxoyê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin bi tundî şermezar kir û diyar kir ku sedema berfirehbûna wan êrîşan bêdengiya hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê ye; banga berfirehkirina çalakiyan kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê komkujiya li gundê Perex a Zaxo ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhat û di encamê de 9 kes hatin qetilkirin û herî kêm 23 kes birîndar bûn, bi tundî şermezar kir.

TAJÊ’ê di daxuyaniya xwe de banga berfirehkirina çalakiyên li dijî hebûna artêşa Tirk ya li Iraqê kir û da diyakirin ku PDK dixwaze van êrîşan rewa bike.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di destpêka daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em êrîşa dewleta Tirk a dûrî exlaqê mirovahiyê şermezar dikin. Wek tê zanîn ev ne êrîşa destpêkê ye ku dewlet Tirk a dagirker li ser axa Iraqê pêk tîne. Bi salan e ev komkujî li ser gelên Iraqê dewam dikin. Her ku diçe êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Iraqê zêde dibin. Sedema berfirehbûna van êrîşan jî ji ber bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Taybet PDK’ê heya dawî destê xwe xistiye nava îxanetê û dixwaze ku êrîşên li ser gelê sivîl û axa Iraqê rewa bike, bi vî awayî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re dide îspatkirin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de TAJÊ’ê banga xurtkirina çalakiyên li dijî hebûna leşkerên Tirk ya li ser axa Iraqê kir û ragihand: “Iraq heya niha weke pêwîst rê li ber êrîşan negirtiye û ji bo vê jî tu gav jî neavêtiye. Hemû bertekên wan di asta daxuyaniyan de ne. Derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê, tenê bi raperîna gel mîsoger e. Çalakiyên li dijî van êrîşan pêwîst e berfirehtir bibin û gelê Iraqê bi yek dengî bibe xwedî helwest.”