Foza Yûsif: Divê ruhê jinên şoreşger were mezinkirin
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û şer û diyar kir divê ruhê jinên şoreşger were mezinkirin.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û şer û diyar kir divê ruhê jinên şoreşger were mezinkirin.
Forûma Jinan a Şoreşger li Qamişloyê didome.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di forûmê de axivî û wiha got: "Ji me re şerefek e ku li ser girîngtirîn destkeftiyên jinan ên di dirêjahiya 10’ê Şoreşa Rojava de biaxivin. Em jin pir bi şans in ku hin jinan di oxira bidestxistina azadiya jinan de canê xwe da. Her wiha têkoşerên mîna Sakîne Cansiz, Arîn, Şîlanana di oxira pêşxistina şoreşa jinan de gihiştin asta şehadetê."
Foza Yûsif behsa sedemên ku hiştine nakokiyên li dewletên cîhanê zêde bibin, kir û wiha domand: "Cîhan, bi sedema zihniyeta baviksalariyê ku hêzên kapîtalîzmê bi pêş xistiye, di qonaxeke zehmet re derbas dibe. Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar rû dide. Bi sedan jinên koçber û zarok li çolistanan e. Ew yek vedigere şerê desthilata mêr di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de."
‛REJÎMA KAPÎTALÎST DIXWAZA ÇANDA GELAN QIR BIKE’
Der barê vê yekê de Foza Yûsif wiha pê de çû: "Di roja îro de, rejîma kapîtalîst siyaseta qirkirina çanda gelan dimeşîne. Şerê ku hêzên kapîtalîst dimeşîne, şerê li dijî mirovahî û wêrankirina destkeftiyên gelan e. Her roj vîruseke nû bi rêya şerê biyolojî tê keşfkirin, rewşa xizantiyê bi rêya şerê aborî zêde dibe. Armanca van şeran desthilatiyê kontrol bikin. Lê mixabin em di nava vê astengiyê de dijîn."
‛ ŞOREŞ Û SIYASETEKE NÛ HEWCE YE’
Li ser vê yekê Foza Yûsif ev tişt anî ziman: "Rejîma kapîtalîst a heyî, li şûna azadiyê belav bike şeran dide destpêkirin. Li şûna aştiyê belav bike, çekan belav dike. Di navbera 5 mehan de, zêdetirî 3 milyon kes ji Ukrayna koçber bûn û di dirêjahiya 10 salên şer li Sûriyê de bi sed hezaran gelê Sûriyeyê koçber bûn, bi sedan hatin qetilkirin. Vê rejîmê dewlet hilweşand. Li Lîbya nakokî berdewam in, li Lubnanê jî qeyrana xizantiyê heye. Iraq heta niha nikare hikumeta xwe ava bike. Li Efganistanê ji 70 salî ve xwîn tê rijandin. Ev rastiya wê ye û rûyê wê ya rast e. Êrişên bênavber ên li ser herêmên dagirkirî û binpêkirinên li dijî jinan, ji ber vê desthilatiyê ku zihniyeta baviksalariyê bi rê ve dibe. Pêdiviya cîhanê bi şoreş û siyaseteke nû heye. Ji lew re em dibêjin Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Îro bi rêya jina azad û projeya neteweya demokratîk me peyamek da rejîma kapîtalîst ku çareyeke altarnatîf a birêvebirina vê cîhanê heye. Ji lew re Şoreşa Rojava bû cihê balkişandina hemûyan."
Foza Yûsif da zanîn ku pêdiviya rejîma kapîtalîst bi mejiyekî nû heye û wiha berdewam kir: "Me bi rêya Şoreşa jinan û bi pêşengtiya jina Kurd û dûre jinên Mezopotamya bi giştî, me xwest vê zihniyetê biguherin. Ji vê şoreşê gelek perspektîfên nû derketin ku xwe dispêre jineolojiyê. Ji lew re û di vê rojê de û bi boneya derbasbûna 10 salan di ser şoreşê re me rêber Abdullah Ocalan ku ji 23 salan ve li girtîgeha Îmraliyê li ber xwe dide û xwediyê vê fikrê ye, silav dikin. Jinên Mezopotamyayê bi şans in, ji ber em dîrok xwe bi xwe dinivîsin. Di 10 salên şoreşê de em rûpeleke zêrîn ji keda jinan di her qonaxeke şoreşê de dinivîsin. Van jinan mohra xwe li şoreşê da û ji bo vê em jin bi şans in û bi mejiyekî azad difikirin. Ev model cudayî modela li tevahî cîhanê ye. Divê em parastina wê bikin, ji ber herêmên me rastî êriş û gefên bênavber tên."
Foza Yûsif peyamek ji jinan re rêkir û wiha tê de got: "Hêzên xwînmij ji fikrê me nerazî ne. Ji ber wê divê em xwe ji şerekî mezin re amade bikin. Çawa em bûn pêşengên tevahî jinên cîhanê, divê em şoreşa jinên şoreşger bilind bikin. Divê em xwe bi fikir û zihniyeta parastinê ava bikin, em xwe nexapînin. Ji ber hêzên bi cenazeyê hevrê Barîn lîstiye, dixwazin me têk bibin. Ji lew re divê her jineke azad amade be çekê hilgire, heke nekir wê çarenûsa jinan made yan jî amûrek di destê van hêzan de be."
‛DIVÊ EM RUHÊ XWE BI AZADIYÊ TÊR BIKIN’
Têkildarî vê mijarê, Foza Yûsif ev tişt anî ziman: "Divê em ruhê xwe bi azadiyê têr bikin. Bêyî parastin azadî nabe, bêyî parastinê em nikarin azadiyê berdewam bikin. Divê em her tim jinên Efrîn, Serêkaniyê û Efganistanê bi bîr bînin, rewşa wan bişopînin."
Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de tevahî jin pîroz kir û wiha got: "Jinan roleke pêşeng di vê şoreşê de lîst, bi awayekî wekhev di sîstema hevserokatiyê de dixebitin, karî di navbera xwe û gelê xwe de têgihîştineke ava bikira û serî hilda. Lê ev ne tê wateya ku şoreş bi dawî bûye. Divê em têkoşînê bi rêbazekî pisporane bilind bikin. Bi vê boneyê em salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz dikin. Em bi hêz in, divê em bi hêz û xwe bawer bin û bihêlin sedsala 21’an bibe sedsala azadiya tevahî jinên têkoşer. Sedsala 21’an dê bibe sedsala azadiya jinan û azadiya gelan."