Rayedarê Hamasê: Ji sedî 80 ê kontrola Xezeyê ji dest çû, sîstema ewlekariyê hilweşiya

Hamas ku demeke dirêj li Şerîda Xezeyê li ser desthilatdariyê bû, hate ragihandin ku piştî êrîşên bi mehan ên Îsraîlê ji sedî 80 ê kontrola herêmê winda kir.

Hate îdîakirin ku ev daxuyanî ya wezîfedarekî payebilind ê Hamasê ye. Rayedar bi rêya peyamên bi deng ji BBC re ev agahî ragihand.

JI SEDÎ 95 Ê RÊVEBERAN HATIN KUŞTIN

Rayedarê leşkerî yê bi payeya yarbay ku navê xwe eşkere nekir, anî ziman ku lîderiya ewlekarî, leşkerî û siyasî ya Hamasê hema bibêje bi temamî hatiye îmhakirin.

Rayedarê leşkerî got, "Em rast biaxivin, ji avaniya ewlekariyê hema bibêje tiştek nema. Ji sedî 95 ê rêveberan hatin kuştin, yên aktîf hemû bêbandor hatin hiştin." Rayedar diyar kir ku kontrola ewlekariyê ya li Xezeyê bi temamî ji holê rabû.

Rayedarê ku navê xwe eşkere nekir anî ziman ku di hefteya destpêkê ya şer de birîndar bû û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji wezîfeyê hate dûrxistin. Ev agahî weke pêvajoya hilweşîna navxweyî ya Hamasê hate nirxandin.

Li gorî rayedar, Hamasê mehên derbasbûyî bi taybetî di dema agirbesta 57 rojî ya bi Îsraîlê re hewl da avaniya xwe ya rêxistinî ji nû ve ava bike. Lê belê bi bidawîbûna agirbestê re Îsraîlê li navenda fermandariyê ya mayî xist û Hamas hîn bêhtir lawaz kir.