ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê wê bêne şopandin
Heyeta Îmraliyê wê îro bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Ji heyeta Ewropî ya ku dixwaze hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike parêzerê Îtalî Fabio Marcelli got, “Ji bo Ocalan karibe bi rola xwe rabe, bi taybetî divê tecrîd bê rakirin û azad bibe.”
Parlamentera Amedê Ceylan Akça ku li DYE’yê danûstandinan dike, anî ziman ku eleqeyeke mezin ji bo pêvajoya çareseriyê heye, lê belê tê meraqkirin bê çima hikumet gaveke şênber neavêje.
Jin ên kedkar ku li nava erdan di nava germa ji 45 pileyî de dixebitin, anîn ziman ku muçeyê wan piştî çend mehan hate dayin û ev pere têra tiştekî nake, lewma nerazîbûn nîşanî pergala mêtingeriyê dan.
Hûda Sha’arawî li Misrê bi gavên xwe yên wêrek bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê û bi rakirina pêçeya li ser rûyê xwe re, cesaret da jinan ku dengê xwe bilind bikin.