Li Texasê bîlanço giran bû: Herî kêm 80 kes mirin, bi dehan kes winda ne

Li eyaleta Texasê ya li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yek ji karesatên herî giran ên lehiyê yên salên dawî rû da.

Li gorî agahiyên ku rayedaran dan, herî kêm 80 kesî jiyana xwe ji dest dan û fikar hene ku hejmara qurbaniyan hîn zêde bibe.

Lehiyê bandora herî giran li herêma Kerr County kir. Li vê derê 68 kes mirin ku 40 jê mezin, 28 jî zarok bûn.

Li herêmên ku lehî lê rabû herî kêm 10 zarokên keç û wezîfedarekî kampê hîn jî winda ne. Hate ragihandin ku ev zarok li kampeke havînê ya li qiraxa Çemê Guadalupeyê bûn.

Rayedaran diyar kirin ku li tevahiya eyaletê bi giştî 41 kes winda ne, lê belê ev hejmar dibe ku zêdetir be. Ji ber ku lehî di demeke welê de rabû ku ji ber betlaneyê gelek kes li kampan bûn.

Dîrektorê Ewlekariya Cemaweriyê ya Texasê Freeman Martin got, "Mixabin em li bendê ne ku hejmara miriyan îro û sibe zêde bibe." Walî Greg Abbott û rayedaran bang li xelkê herêmê kirin ku tedbîra xwe werbigirin.

Serokê DYE'yê Donald Trump jî karesat nirxand û got, "Ev yek metirsîdar e ku yek ji felaketên herî mezin ê 100 salên dawî ye." Hate ragihandin ku Trump wê roja Înê serdana herêmê bike.

Li aliyê din, hin mirovan diyar kirin ku ji ber kêmasiyas îstema hişyarkirinê ya pêşwext, der barê lehiyê de di dema xwe de nehatine agahdarkirin. Trump kêmasiya personelên li xizmetên meteolojiya neteweyî red kir.