Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Kahya: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Latîfe Demîrcî Kahya diyar kir ku ew biryara Şûraya Dewletê ya li ser betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin.

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Latîfe Demîrcî Kahya diyar kir ji bo ku Peymana Stenbolê were pêkanîn heta niha tevgerên jinan, jinên femînîst, tevgera jinên Kurd têkoşîneke hevpar kirine û got “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.”

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Latîfe Demîrcî Kahya ji ANF’ê re axivî. Kahya diyar kir hejarî, bêkarî, cînayetên li ser jinan û şer zêde bûye û bi van tiştan re tê xwestin têkoşîn were sekinandin. Kahya got “Ji ber ku em sînorên serweriya mêran qebûl nakin û em naxwazin di nav van sînoran de bijî, em an tên kuştin an jî tên darizandin. Em jin mirinê naxwazin, em çareseriyê dixwazin. Jin ji ber ku têkoşîna aştiyê dimeşînin tê girtin û darizandin. Em ji bo jiyan, ked, pêşeroj û azadiya xwe têdikoşin. Em jin em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Latîfe Demîrcî Kahya diyar kir ku Daîreya 10’emîn a Şûraya Dewletê xwestiye Peymana Stenbolê were betalkirin û got “Me li kolanan û li qadan diyar kir ku em xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin û em dîsa diyar dikin ku em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Betalkirina Peymana Stenbolê tê wateya ku bila şîddeta mêr û dewletê zêde bibe û ceza lê neyê birîn. Betalkirina peymanê tê wateya ku bila mêr sûcan bikin. Kesên ku dixwazin bila Peymana Stenbolê were betalkirin li welatê ku rojê herî kêm 5 jin tên qetilkirin, dibin berpirsên kuştina jinan. Em vê biryara bêhiqûqî ya Şûraya Dewletê nas nakin. Heta niha tevgerên jinan, jinên femînîst, tevgera jinên Kurd têkoşîneke hevpar kirine û em dîsa diyar dikin ku em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.