Jin bi Hev re bi Hêz in (KBG) têkildarî qetlîama dewleta Tirk a li ser gundê Perex ê navçeya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ya Duhokê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di komkujiyê de pitikek jî tê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin, “"Dema ku Hikûmeta Iraqê got ku TSK'ê bombebaran kiriye, Tirkiyeyê serî li gotina xwe ya asayî ya 'terorîzmê' da. Mixabin em vê çîrokê pir nas dikin. Bi peyva 'têkoşîna li dijî terorê' ku ti carî derneket holê û bê ceza ma, di serî de em ji komkujiya Roboskî dizanin. "
'GER HESAB NEYÊ PIRSÎN WÊ DAWÎ LI KOMKUJIYAN NEYÊ’
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di krîza aborî de aboriya şer mezin kiriye û ev tişt hatin gotin: "Her çiqas tengav dibin, ewqas serî li polîtîkayên şer didin. Sedema vê qetlîamê jî siyaseta şer e, li ser esasê şerê li dijî Kurdan, mîna yên berê, teşwîqkirina her cure bêhiqûqiyê ye. Heta berpirsyar neyên darizandin ev komkujî wê ne ya dawî be. Ev tundî û gef wê jiyana me tevahî bixe xeteriyê. Ji ber vê yekê em weke jinên ku alîgirê jiyanê ne, û tundiya dewleta mêr baş nas dikin, em ji wan hesab dipirsin: Bila kujer bên darizandin."