Roja yekem a Forûma Şoreşa Jin bi dawî bû

Roja yekem a forûma ku tê de sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinê hatî ragihandin bi dawî bû.

Forûma Şoreşa Jin a ku li salona konferansê ya Zanîngeha Rojava a li Qamişloyê, di roja yekem de bi temambûna rûniştina duyem bi dawî bû.

Di rûniştina duyem a roja yekem a forûmê de rolê YPJ’ê yê di şoreşê de, li xakên di bin dagirkeriyê de rewşa jinan û êrîşên bîrdozî yên li dijî jinê hatin nirxandin.

Rûniştin bi temaşekirina sînevîzyona ku têkildarî berxwedana YPJ’ê, destpê kir.

FERMANDARA YPJ’Ê: PARASTINA ERNÎGARIYA SÛRIYEYÊ ARMANCA ME YE ESAS E

Yek ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan semînera destpêkê ya ku têkildarî parastina şoreşê ya ji aliyê YPJ’ê ve, da.

Tolhildan diyar kir ku şervanên jin ên weke şehîd Sara, Arşîn, Roksan, Tolhildan û Rohman ên ku pêşengî ji berxwedana Şoreşa Rojava re kirine, ji bo ku civakê ji hişmendiya radîkal a baviksalarî rizgar bikin canê xwe feda kirine û wiha pêde çû: “Armanca esas a YPJ’ê civakê û giştî xaka Sûriyeyê ji çeteyan parastin e. Şervanên YPJ’ê li dijî radîkalîzma paşverû ya ku jin ji hemû mafên wê yên rewa bê par hiştiye û polîtîkaya dewletê şer kiriye û hewl dan ku civakek exlaqî û polîtîk ava bikin. Em bawer dikin ku em ê li herêmê projeya neteweyî ya demokratîk bi ser bixin. Destpêkê divê hemû jin ji bo hemû şer û mercên parastina cewherî, hewl bidin. Divê ev hişmendî li civakê bê bicihkirin.”

ŞOREŞA JINÊ ÇAWA ÇÊBÛ?

Endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Mirovan Aynûr Paşa jî qala rewş û berxwedana jinê ya li xakên di bin dagirkeriyê de kir û bandora ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li azadiya jinê kirî anî ziman.

Aynûr destnîşan kir ku Şoreşa Rojava weke şoreja jinê tê nasîn û wiha got: “Ji ber ku jinan di siyasî, leşkerî, îdarî, dîplomatîk û hemû qonaxên edlî de cihê xwe girt. Her wiha pêşengî ji şoreşê re kir û bi saya kêrhatina xwe ya piştgiriyê, biryardarî û îradeya xwe ya aktîf serkeftinên ku bi dest xistî jî îspat kir.”

Aynûr Paşa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştî binketina DAÎŞ’ê, ji ewlehiya li herêmê ne rehet bûye û bi bîr xist ku dewleta Tirk a faşîst ji bo ku îradeya jinên şervan bi bixe êrîşê herêmê kiribû.

‘SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK ÊN LI DIJÎ JINAN PÊK TÊN’

Aynûr bal kişand li ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî û wiha pêde çû: “Ji hevdîtinên me bi jinên revandî re çêkirine, piştî ku ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker serbest hatine berdan, diyar bû ku rastî îşkenceya bedenî û derûnî hatine. Jinan teqez kir ku di girtîgehan de tecawîz li wan hatiye kirin. Her wiha gotin ku çeteyên dagirkeriya Tirk, jinan û zarokan direvînin da ku organên wan bifroşin.”

Aynûr Paşa, daneya sûcên dagirkeriya Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aşkere kir û got: “Çeteyan 600 hezar kes ji şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî revandin ku piraniya wan Kurd in, ji sedî 60 jin û zarok in. Her wiha bi hezaran jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî birîndar bûne.”

Aynûr Paşa da zanîn ku Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya têkildarî Sûriyê 70 bûyerên destavêtina jinan û zarokan li Efrîna dagirkirî, 30 bûyer li Serêkaniyê û bi sedan bûyerên revandinê belge kirin ku li wan hovantirîn îşkence û nêzîkatiyên xirab hatine kirin.

Li gorî daneya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, ji sala 2018’an heta 2022’an 118 jin hatine qetilkirin, 216 jin hatine revandin, 212 jin birîndar bûn, 117 zarok hatin kuştin û 64 jî hatin revandin, her wiha 252 zarok birîndar bûn.

Di beşê dawîn ê bi sernava “Êrîşa îdeolojî ya li dijî şoreşa jinan çi ye?” de endama Akademiya Jineolojî Zahide Mamo axivî û got: “Di serdema pergala kapîtalîst  de, êrîşên li dijî civakê, vîna civakê û jinan zêde bûn. Lê ji 2011’an û vir ve, ji destpêka şoreşê ve, gelek pêşketin çêbûn. Jinan di hemû waran de nasnameya xwe nas kir. Ji cîhanê re bûn mînak. Qanûna jinan di cihekî de ku birêxistinkirina jinan kêm e, derxist.”

Piştî bidawîbûna her sê beşan, beşdaran gotûbêj kirin û pêwîstiya pêxistina fikrê jinên azad teqez kirin ku misogeriya pêşxistina civakê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Forûma Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li ser asta Rojhilata Navîn sibe berdewam bike. Wê beşên sêyemîn û çaremîn werin lidarxistin. Wê encamên forûmê werin nîqaşkirin da ku perspektîf û encamnameyek were diyarkirin.