Li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anî bertek zêde dibin

Înisiyatîfa Jin a Kurdistanê Diparêzin diyar kir ku pêwîst e li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û hat gotin ku divê dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin.

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de qada geştê ya li gundê Perex a Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê topbaran kir. Di encama êrîşê de 2 jê zarok bi giştî 9 kes hatin qetilkirin û herî kêm 29 kes jî birîndar bûn. Înisiyatîfa Jin a Kurdistanê Diparêzin bi daxuyaniyekî nivîskî komkujiya ku dewleta Tirk pêk anî şermezar kir û got: “Pêwîst e li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em Înîsîyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê, êrîşên hovane yên dewleta Tirk ku rojane li ser axa Kurdistanê dide meşandin şermezar dikin. Ev êrîşên wiha her roj bûyerên qetilkirina sivîlan û zirarên mezin bi xwe re tîne. Di heman demê de karakterê qirker a dewleta Tirk a faşîst careke din destnîşan dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bên darizandin û wiha dewam kir: “Êrîşên li Zaxoyê li dijî sivîlan pêk hatin dide diyarkirin ku dewleta Tirk hemû pîvanên şer binpê kiriye û li dijî hemû pêkhatiyan dijminatiya xwe dike. Di heman demê de li Kobanê û Amûdê jî dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşî herêma me kir. Dewleta Tirk tu zagon û hiqûqên navnetewî pêk nayîne û her roj bê serûber sivîlan qetil dike û hedef digire. Bi taybet jî nav de jin û zarok dike hedef. Ji Kurdistanê rojane em agahiyên qetilkirinê dibîhîzin û dewleta Tirk sûcdarê van kiryara ye ku divê were cezakirin.”

Înisiyatîfa Jin a Kurdistanê Diparêzin di dawiya daxuyaniyê bal kişand ser têkoşîna hevpar a gelan û wiha gotin: “Em bi tundî êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û civaka navnetewî haydar dikin ku êrîşên dewleta Tirk êdî hemû sînor derbas kirine. Pêwîst e li dijî qetilkirina mirovan saziyên navnetewî û aliyên pêwendîdar ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk di dadgehên sûcên şer de bê darizandin.  Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdên komkujiya Zaxoyê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em dibêjin bila gelê me li hember hemû cureyên êrîşan ji têkoşînê re amade bin.”