Derheqê nûçegihana Jinnewsê lêpirsîn hat vekirin
Derbarê nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger bi îddîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat vekirin.
Derbarê nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger bi îddîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê nûçegihana Ajansa Jinnewsê Oznûr Deger de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsîn vekir. Parvekirinên Deger ên li ser hesaba wê ya medyaya dîjîtal weke sedema lêpirsînê hatin nîşandan.
Oznûr, li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê îfade da. Di lêpirsînê de parvekirinên Oznûrê yên li ser hesabê Twîtterê yên derheqê Kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di 27’ê Sibatê de li Salona Çandê ya Nazim Hîkmet hate lidarxistin û wêneyên kesk û sor û zer ên pîrozbahiya Newroza 2022’yan a Erdîş a Wanê weke hincetên sûc hatin nîşandan.