Ji Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo şehîdên YPJ'ê peyam
Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan ên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, peyama sersaxiyê weşand.
Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan ên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, peyama sersaxiyê weşand.
Konferansa Jinan a Cîhanê ji bo Jiyan Tolhildan, Roj Xabur û Barîn Botan ên di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, peyama sersaxiyê weşand.
Peyama ku ji aliyê Konferansa Jinan a Cîhanî ve hat weşandin wiha ye:
“Bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava em we pîroz dikin. Têkoşîna bi lehengî ya ku di rêya demokrasî û azadiyê de hat dayîn, 19’ê Tîrmehê 2012’an li Kobanê destpê kiribû. Di encama vê yekê de bi awayek serkeftî DAÎŞ ji herêmê hat derxistin. Di encama têkoşîna we de ku jinan di nava hêzên xwe de li ber xwe da, mafên herî mezin ên jinan li herêmê hatin bidestxistin. Lê ji bo vê jî bedelên mezin hatin dayîn, nêzî 11 hezar şervan jiyana xwe ji dest dan û 21 hezar şervan jî birîndar bûn. Û ne tenê şervan di şer de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî ku herî dawiyê me zanî, di salvegera şoreşê de sê jinên pêşeng ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetilkirin. Navên wan Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan e. Di salvegera 10’emîn a Şoreşê de, bi soza dewamkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê hatin bîranîn.
Serkeftina mezin a ku di avakirina Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bê nîqaş e. Em wek Jinên Cîhanî ji destpêkê ve li cem we rawestiyan. Di bin dirûşmeya “Dilê me ji bo şervanên li Rojava lê dide” de bi tura ku me li welatên Ewropa li dar xist, me têkoşîna we da nasandin û piştevaniya xwe ya navneteweyî nîşan da.
Îro herêma we dîsa di bin êrîşên dijwar de ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçar ma ku rewşa awarte ragihîne. Êrîşên rejîma Erdogan a Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û gefên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, gef li serkeftinê dixwe.
Pêşketinên heyî, pêwistiya yekitiyek a navneteweyî, antîemperyalîst û antîfaşîst nîşan dide. Platforma antîemperyalîst û antîfaşîst a ku me di Konferansa Jinan a Cîhanî de ava kir, divê bi çarçove û pratîkî xwe îspatî gelek piştevanan bike.
Hevalên têkoşîna bi nirx, em di têkoşîna girêdayî aştî û azadiyê ya ku ji bo cîhanek nû tê dayîn de, di salvegera we de piştgirî û silavên xwe ji we re dişînin.
Bijî piştevaniya navneteweyî
Bi navê Konferansa Jinan a Cîhanê
Endamên Koordînasyona Ewropa
Halînka Aûgûstîn û Sûse Bader”