Îsraîl li dijî Hûsiyên li Yemenê êrîşên hewayî pêk anîn
Artêşa Îsraîl êrîşê bendara Hudeyadayê ya Yemenê û cihên din ên di bin kontrola Hûsiyan de kir.
Artêşa Îsraîl êrîşê bendara Hudeyadayê ya Yemenê û cihên din ên di bin kontrola Hûsiyan de kir.
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku hêzên wê yên hewayî û deryayî êrîş li ser benderên Hudeydeyê, Ras Îsa û Selîf, û her weha santrala elektrîkê ya Ras el-Katib pêk anîne.
Televîzyona El-Mesîra ragihandibû ku êrîş berî vê daxuyaniyê pêk hatine.
Îsraîlê, îdia kiribû ku benderên hedefgirtî ji bo veguhestina çekan ji Îranê bo milîsên Hûsî hatine bikar anîn.
Îsraîlê, ragihand ku wan li keştiya Galaxy Leader ku di Mijdara 2023’yan de ji aliyê Hûsiyan ve hatibû girtin û pergala radarê li ser keştiyê hatiye bicih kirin, xistine.
Serhildêrên Yemenî heta niha bi dehan êrîşên bi fûze û dronan li ser Îsraîlê pêk anîne. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku du fûzeyên ku ji Yemenê hatine avêtin nekarîne werin rawestandin.
KEŞTIYÊN DI HEDEFA HÛSIYAN DE
Ji dawiya sala 2023’yan vir ve, Hûsiyan gelek keştiyên ku ew bawer dikin bi Îsraîlê ve girêdayî ne hedef girtine.
Piştî êrîşên li ser keştiyên Emerîkî jî, Emerîka bi heftan bersiv da. Tevî agirbesta di Gulanê de jî, Hûsî bi hinceta hevgirtina bi Xezeyê re gefê li keştiyên Îsraîlê dixwin.
Herî dawî, roja Yekşemê li peravên Hudeydeyê êrîşî keştiyek bazirganî hat kirin. Ji ber vê sedemê, gelek şîrket ji derbasbûna ji Deryaya Sor dûr dikevin.