KBDH: Parastina Şoreşa Rojava peywira me ya sereke ye
Konseya Giştî ya KBDH’ê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir parastina vê şoreşê peywireke sereke ye.
Konseya Giştî ya KBDH’ê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir û diyar kir parastina vê şoreşê peywireke sereke ye.
Konseya Giştî ya KBDH’ê bi wesîleya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya KBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Deh sal berê, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava dîrokek hate nivîsandin. Berê Kobanê pêşengtî kir. Gelê Kobanê xweseriya xwe ya demokratîk îlan kir û alaya şoreşê li ba kir. Piştre Efrîn û Cizîrê. Hemû bajarên Rojava rabûn serhilandanê û azadiya xwe bi dest xistin. Tevgera Azadiyê ya Kurdan pêşengtî ji şoreşê re kir ku gelên li Rojava bi hev re jiyana demokratîk û azad ava bikin. Jin, ciwan, kal û pîr hemûyan dilê xwe dan şoreşa Rojava. Çi di destê wan de hebû veguherandin çekê.
Şoreşa Rojava wekî şoreşa sedsala 21’emîn di heman demê de wekî şoreşa Rojava jî navê xwe li dîroka şoreşan nivîsand. Mizgînî da ku wê sedsala 21’emîn karibe bibe sedsala şoreşa jinan. Li qada ku paşverûtiya olî gelekî zêde bû jinan zincîrên koletiyê qetandin û tevlî şoreşê bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi şîara ‘Jinên azad, civaka azad’ pêşiya şoreşa Rojava vekir. Hemû beşên civakê di nav vê şoreşê de azadiya xwe dîtin. Şoreşa Rojava bi xwêdan, can û xwîna nemiran hate avdan û xurt bû.
Îro parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina Şoreşa Rojava peywira me ya sereke ya herî şoreşger e.
Ji bo parastina Rojava û ji bo sekinandina dagirkeriyê her kes dikare tiştekî bike. Divê em wê wekî parçeyekî xwe bibînin û wê mezin bikin. Em xwedî li xeyalên nemirên ku ji bo şoreşê canê xwe dane derkevin, li hemberî dewleta Tirk a dagirker û faşîst derkevin û sedsala 21’emîn bikin sedsala şoreşa jinan.”