‘Pêwîstî bi stratejiyên rêvebirina şoreşê heye’

Asya Abdullah diyar kir ku ji bo rêvebirina şoreşê pêwîstî bi stratejiyên hê xurtir heye û got: “Divê hemû jin her yek mîna şervanekê taxa xwe biparêze, di qadên siyasî de hemû jinan temsîl bike û sîstemên civakî rêxistin bike.”

Rûniştina yekemîn a Foruma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn ku şoreşa jinê ya 10 salan hate nirxandin, li Zanîngeha Rojava bi dawî bû; serketin û destketiyên jinan ên di 10 salên şoreşê de hatin nîqaşkirin.

Piştî berdevka Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed û endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivîn, dest bi xebatên rûniştina yekemîn a forumê ya bi sernavê” Nirxandina Şoreşa Jinan di 10 salan de” hate kirin. Di rûniştinê de 4 mijar hatin nîqaşkirin; rewşa jinan, astên rêxistinkirin û xebata wê beriya şoreşê, çawa jinan xwe bi rêxistin kir û cihê xwe di şoreşê de girt, girîngtirîn destketiyên jinan di 10 salan de û tevlêbûna jinên enternasyonal li şoreşê.

Hevseroka berê ya kantona Efrînê Hêvî Mistefa mijara “rewşa jinan û astên rêxistinkirin û xebata wan beriya şoreşê bi rê ve bir û wiha got: “Ji destpêka mirovahiyê û heta roja îro ve, jinê gelek rol di civak û şaristaniyan de girtine. Ew hêzeke aktîf di civak û pêşxistina wê de ye û di berdewama mirovahiyê de ya herî girîng e.”

Hêvî Mistefa bal kişand ser dîroka jina sûrî û wiha domand: “Gelek jinan daxmayên xwe li dîroka Sûriyê xistin, mîna Mawiya ku mezintirîn mîrnîşana Sûriyê bû, Zenûbiya, Kleopatra . Li gel trajediya Sûriyê û ruxmî ku jinan azadiya xwe bi temamî wernegirtiye ku helwestên xwe li hember mijarên ol, civak û siyasetê nîşan bide, her wiha li gel hebûna bendên tevgera wê felc kiriye û şêweyên van bendan bi dem û cih re hatine guhartin, jinê biryar da ku bibe pêşeng.”

Hêvî Mistefa îşaret bi rola jinan di şoreşa xwe de ya li dijî rejîmên dîktator di dîroka Sûriyê de kir û ev tişt got: “Di têkbirina dagirkeriya Osmanî de roleke jinan a xurt hebû, dûre rola wê di berxwedana li hember mêtîngeriya Fransa de jî aktîf bû. Ev tevger di holên wêjeyî de dihat kirin.”

Dı derbare rewşa jina Kurd li gel netewe-dewleta li Sûriyê, Hêvî Mistefa da zanîn ku jina Kurd bi hemû şêweyên nijadperestî, civakî, aborî û qanûnî azar kişandin, her wiha jina Kurd qurbana dualî bû, hem qurbana civaka baviksalariyê bi adet û kevneşopiyên wê hem jî qurbana bindestî nijadî û zayendî bû.

Hêvî Mistefa ev tişt anî ziman: “Destûra ku naveroka wê gelê li Sûriyê parçeyk ji neteweya Ereb e, zilma nijadperestî pêk tîne, jina Kurd û tevahî jinên ji kêmnetewe û neteweyên din ji nasnameya rastîn mehrûm dike, her wiha wan ji nasnameya zayendî jî mehrûm dike.”

ROJAVA ÎSYANA VEŞARTÎ YA JINAN E

Hêvî Mistefa îşaret bi projeya ku zêdetirî 250 hezar welatiyên Kurd ji nasnameyên sûrî hatine mehrûmkirin kir, ji wê zêdetir jî behsa rewşa awarte ku ji 1963’yan ve li welat hatiya ferzkirin kir, bi taybet li herêmên Kurdan, her wiha behsa felckirina çalakiyên siyasî û pêkanîna siyaseta Erebkirinê û hewldana qirkirina çandî bi rêya qedexekirina zimanê dayikê kir.

Hêvî Mistefa piştrast kir ku ruxmî wê yekê rola herî girîng di binketina vê siyasetê de jina Kurd bû ku bi awayekî veşartî û bêdeng serî hilda. Ji ber bi urf û adetên xwe ve ku nasnameya neteweyî diparêze girêdayî bû.

Hêvî Mistefa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku di 1978’an de li ser rewşa jinan û wiha got: “Beşdariya jinê di ragihandina damezrandina vê tevgerê de jinên li Rojavayê Kurdistanê teşwîq kir tev li refên tevgerê bin.”

ROJAVA MÎRATEYA ŞOREŞA JINÊ YE

Di beşê duyemîn ê komxebatê de yê bi navnîşan ''Çawaniya xwebirêxistinkirina jinan û çawa dikarin cihê xwe di şoreşê de bigirin'', hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axivî û balkişand ser dîroka Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Di 2012’an de, tevger û rêxistinên jinan mîna Kongra Star rolek di vejandina şoreşê de lîst. Stratejiyek ji bo destpêkirina şoreşê danî û têkoşîn li dijî zihniyeta netewperest û desthilatdar meşand. Mîrasa vê şoreşa 2012’an hebû ew jî têkoşîna jinên şoreşger di salên 80’î de mîna şehîd Zîlan, Şîlan, Dîcle û bi sedan jinan ku ji bo parastina jinan rêya azadiyê pejirand.”

Asya Abdullah wiha domand: “Ji ber wê em dikarin bêjin ev pêvajo derfet da jinan li Rojava ku bibin xwedî vîn û hêz. Rê li pêşiya têkoşîna wê bêtir vebû. Ji ber wê dema çirûska Şoreşa Rojava destpê kir, zemîn amade bû ku çawa şoreşa jinan li rex şoreşê bê meşandin. Kongra Star (Yekitiya Star berê) sala 2013’iyan nîqaş li ser rêbezên birêvebirina şoreşê bi pêşengiya jinan dihat kirin. Pê re amadekariyê lidarxistina şoreşê dest pê kirin û stratejiyek li gorî du rêgezan; nasnameya jinan û parastina hatin danîn.”

Asya Abdullah destnîşan kir ku yekkirina xebatên jinan li ser asta Sûriyê, sedema serketina şoreşê ye û wiha berdewam kir: “Berxwedana ku di şoreşa me de hatiye nîşandan li cîhanê bû mînak. Di 10 salan de jin bûn xwedî nasname.”

STRATEJIYÊN RÊVEBIRINA ŞOREŞÊ

Asya Abdullah diyar kir ku ji bo birêvebirina şoreşê pêwîst bi danîna stratejiyeke bihêztir heye ew jî parastin e ku divê hemû vê erkê pêk bînin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê jin hemû bibin şervan û taxên xwe biparêzin. Li ser asta siyasî, divê nûnertiya vîna hemû jinan bikin. Divê pergala xwe ya civakî bi rêxistin bikin. Di aliyê perwerdeyê de, pergala xwe ya perwerdehî bi rêxistin bikin.”

Di dawiyê de Asya Abdullah teqezî bi pêwîstiya çareserkirina doza jinan di sala 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û got: “Doza jinan doza civakî bi giştî ye û ji hev nayên cudakirin. Heke doza jinan çareser nebe doza civakê jiî çareser nabe.”

Di rûniştina duyemîn de jî bal hat kişand ser serkeftin û destketiyên jinan di 10 salên şoreşê de. Ev rûniştin ji aliyê endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sema Begdaş ve hate birêvebirin.

PIŞTÎ 10 SALAN PÊVAJOYEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ DESTPÊ DIKE

Sema Begdaş îşaret bi ked û têkoşîna jinan di dirêjahiya deh salên derbasbûyî de kir û got: “Em salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşwazî dikin û derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê dibin ku xwe dispêre destketiyên Şoreşa Rojava ku ji jin û ciwanan re zayîneke nû ye û ji hemû gelê bindest ên banga jiyaneke birûmet û azad dikin hêviyeke.”

Sema Begdaş diyar kir ku ev şoreşa yek ji şoreşên pîroz ên di dîrokê de ye ku girîngiya wê ne kêmî ya Bolşevîk e ku di sedsala 20’an de li dar ketine û mohra xwe li serdemê xisr û got: “ Şoreşa Rojava ku li ser bingeha exlaq û wîjdanê li dijî zilma bi sedan salan e pêk hat. Ev şoreşa ku xeta heqîqeta dîrokê temsîl dike û banga avakirina mirovên xwezayî dike.'

Sema Begdaş îşaret bi rola jinên pêşeng ên di şoreşê de kir û wiha dewam kir: “Jin bi nasnameya xwe tev li Şoreşa Rojava bû û ev nasname jî li ser bingeha rêxistinkirina jinan û ji rêgeza rizgarkirina jinan dest pê dike. Êdî bi vî awayî jin tev li vê şoreşê bû û ji beşên civakê yên din pirtir berdêl da.”

Li ser girîngtirîn destketiyên ku jinan di şoreşê de bi dest xistin Sema Begdaş wiha axivî: “Bi pêşengtiya jina Kurd a li Rojava jinan bi nasnameya Kongra Star ku li ser bingeha rêgezên ekolojîk-demokratîk, azadiya jinan û YPJ’ê xwe bi rêxistin kir ku rengê xwe yê azad di cîhanê de derxe roleke bingehîn di siyaseta demokratîk de list ku hewl dide di civakê de pêk bîne.”

Sema Begdaş wiha axaftina xwe dewam kir: “Serkeftinên jinan di aliyê manewî û ruhî de bandor li cîhanê tevdî kir, her wiha hêza jina azad û têkoşîna wê ya ji bo azadiyê û hezkirina wê ya niştimanparêzî, amadekariya wê ya ji fedekariya ji bo doza xwe ya civaka xwe diyar kir. Ev tevde bûn sedem ku hêvî û mizgîniya azadiyê ji hemû jinên cîhanê re were ragihandin.”

Sema bal kişand ser destketiyên jinan di dirêjahiya 10 salan de bi dest xistin ji wan tevlêbûna ji sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re û wiha dewam kir: “ Di demekê de ku li hin welat û dewletên Erebî jin zêde tev li qada siyasî nabin li herêmên Rêveberiya Xweser û bi taybet di van deh salan de jin bi xurtî tev li qada siyasî û giştî bûn û roleke diyarker di saziyên rêveberiyê de lîstin.”

Semba Begdaş bal kişand ser sîstema hevserokatiyê di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarbûna wê di qadên siyasî, edalet, parastina cewherî, her wiha îşaret bi rola wê ya sereke di qada dîplomasî, ragihandin, aborî, çand û huner û derxistina biryarên taybet di rêveberiya xweser de.

TEVLÊBÛNA JINÊN ENTERNASYONALÎST A DI NAVA ŞOREŞÊ DE

Mijara tevlêbûna jinên enternasyonalîst di şoreşê de ji aliylê çalakvana Brezîlî û hunermenda enternasyonalîst Rojda Dandera ve hate birêvebirin.

Rojda Dandara got: “Li vi rem bi hev re pisportî, zanebûn û çandan parve dikin. Bi vê beşdarbûnê em bi hev re dijîn. Em ji cih, kesayet û çandan fêr dibin. Wisa hêvî geş dibin. Pêwîstiya me bi hev heye ku bi hev re bijîn û tê bikoşin.

Di danûstandinên min bi têkoşerên vê şoreşê re û jinên Kurd re ji nêzîk ve û naskirina çanda herêmê ez ê fêrî rizgarbûna ji zihniyeta baviksalarî bûn ku êrişî bedena jinê dike û wê nexweş dike. Jinan xwe ji çewisandina ku emperyalîst çandibû, rizgar kirin.”

Çalakvana barazîlî di dewama axaftina xwe de got: “Erkê me ye wekî têkoşerên vê şoreê şer bikin, cîhaneke nû ava bikin. Em hêzê ji wan têkoşeran digirin ku şehîd bûne, lê hîna di nav me de dijîn.”

Piştre beşdaran li ser mijarê nêrînên xw anîn ziman. Beşdaran got, pêwîstiya jinên li gelemperiya Sûriyê bi nûbûnê heye, berpirsyartî divê du qat be, ji ber ku gefên Tirkiyê dewam dikin.

Forum bi rûniştina duyemîn a bi navê “Têkoşîna jinan ji bo parastina şoreşê, êrişên ku destketiyên jinan dikin hedef çi ne?” dewam dike. Di vê rûniştinê de 3 mijar wê werin nîqaşkirin “Rola YPJ di parastina şoreşê û pêşxistina wê de, rewşa jinan li herêmên dagirkirî û berxwedana wan û êrişên bîrdozî yn li ser jinan.”