Talîban hewl dide xebatkarên jin ji kar derxîne

Rayedarên Talîbanê yên ku li Efganistanê desthilatdar in, ji xebatkarên jin re gotine, “Li şûna xwe xizmên xwe yên mêr pêşniyaz bikin, em ê we ji kar derxînin.”

Hat ragihandin ku rayedarên Talîbanê yên ku li Efganistanê desthilatdar in ji xebatkarên jin ên Wezareta Maliyeyê re gotine "Xizmê xwe yê mêr ji me re bişînin ku karê we bike, em ê we ji kar derxînin."

Jinên ku berê di Wezareta Darayî ya welêt de dixebitîn, diyar kirin ku niha rêveberên Talîbanê bi wan re têkilî danîne û ji wan xwestine ku li şûna xwe, navê xizmekî mêr pêşniyaz bikin.

Demeke kin piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de desthilatdarî bi dest xist, nehişt jin di karên dewletê de  bixebitin û ew şandin malê û mûçeyên pir kêm dan wan.

Jinên ku bi şertê ku nasnameya veşartî be, ji Guardianê re axivîn û diyar kirin ku rayedarên Talîbanê telefonî wan kirine û gotin, "Ji ber ku karê li buroyê zêde bû, ji me xwestin ku em li şûna xwe xizmên xwe yên mêr pêşniyaz bikin.”

Dîrektora Cîbicîkar a Jinan a Neteweyên Yekbûyî Sîma Bahous, berê agahî parve kiribû ku sînordarkirina karkirina jinan tê texmînkirin ku bibe sedema zirara aborî.

Sima Bahous got, "Li welat hema hema xizaniya gerdûnî heye. Tevahiya nifşek ji ber bêewlehiya xwarinê û kêmxwarinê di xetereyê de ye." Her wiha bertek nîşanî pêkanînên Talîbanê yên astengkirina xebatê jinan da.

Lêkolîner li yekîneya mafên jinan di Human Rights Watch (HRW) de Seher Fetrat jî got: "Talîban xwedî dîrokek tunekirina jinan a di civakê ye, ji ber vê yekê ev ne sosretek e ku nû were bihîstin."

Her wiha Fatrat diyar kir ku Talîban dijminahiya jinan dike û wiha axivî, "Di feraseta Talîbanê de jin weke mal û milkê mêran e û namûsa malbatê temsîl dikin." Fetrat, da zanîn ku ev polîtîka standardên nû yên xisarê dide civakê û ev jî normalîzekirina objektîfkirina jinan e.

Welat di nava krîzeke giran a aborî û mirovî de ye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, niha 20 mîlyon mirov bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Zêdetirî 9 milyon kes ji dema hatina Talîbanê ya li ser desthilatê, koçber bûne, û hişkesaliya dijwar bandorek neyînî li çandiniyê kiriye ku çavkaniya herî girîng a dahata wan e.