Li paytexta Îtalya Romayê bi piştevaniya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re' bi beşdariya zêdetir 300 kesên ji welatên cuda hatine Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî tê lidarxistin. Roja yekem a konferansê bi panelan didome.
Piştî axaftinên vekirinê panela bi navê “Banga Rêber Apo û aştî” hate lidarxistin. Moderatoriya panelê ji IPPNW-Elmanya Dr. Gisela Penteker û ji MIGRANTE’yê Father Arîs moderatoriya panelê kirin.
ENDAMA TJK-E’YÊ DIYAR: DIVÊ FIKRÊN ABDULLAH OCALAN TÊKEVIN MERIYETÊ
Destpêkê endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zîlan Diyar axivî û beşdarên konferansê silav kir. Diyar bi bîr xist ku ev 2 sal in ev pêngav didome û diyar kir ku amadekariyên konferansê 4 meh in tên kirin. Zîlan Diyar anî ziman ku ev pêngav di esasê xwe de ji dema esareta Rêber Apo û vir ve didome û destnîşan kir ku têkoşîn wê bênavber bidome.
Bi domdarî Zîlan Diyar ev tişt anî ziman: "Pêwendiya di navbera Rêber Apo û gel, jin û ciwanan de nayê qutkirin. Ji ber vê yekê ji derdorên cuda li vir hatin ba hev. Di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Ez kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî silav dikim."
Zîlan Diyar destnîşan kir ku pêkanîna fikrên Rêber Apo girîng e û daxuyand ku ku divê dijberiya ji aliyê dewletê ve hatiye afirandin bê şikandin. Zîlan Diyar çalakiyên di çarçoveya pêngava 2023’yan de dest pê kir, nirxand û diyar kir ku israra di çalakiyan de ji bo azadiyê pêwîstiyek e.
FRATOYANNI: ROJAVA JI BO DEMOKRASIYA CÎHANÊ NIRXEKE GIRÎNG E
Piştre Sekreterê Giştî yê Partiya Sinistra ya Îtalyayê û parlamenter Nicola Fratoianni mafê axaftinê girt û tiştên ku di dema Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de pêk hatin bi bîr xist. Fratoianni diyar kir ku ew demeke dirêj e piştgiriyê didin vê pêngavê û anî ziman ku pirsgirêka Kurd aniye rojeva Parlamentoya Îtalyayê.
Fratoianni gef û şantajên Erdogan ên di pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATO'yê de bi bîr xist û diyar kir ku li dijî şer têkoşîneke xurt a aştiyê pêwîst e. Fratoianni da zanîn ku Rêveberiya Xweser a li Rojava nirxek girîng e û got: "Divê em Rojava biparêzin. Ji bo demokrasiya cîhanê nirxek girîng e û divê em vê nirxê biparêzin. Nirxa ku li Rojava derketiye holê îlhamê ji Ocalan digire. Ji ber vê yekê banga Ocalan û azadiya wî gelekî girîng e. Em hêvî dikin ku Tirkiye bersivê bide vê bangê û ji bo avakirina demokrasiyê gav bavêje. Divê vê pêvajoyê de peywireke girîng dikeve ser milê hêzên navneteweyî û divê rola xwe bilîzin.”
FERNANDES: FIKRÊN ABDULLAH ÖCALAN JI BO HEMÛ CÎHANÊ GIRÎNG IN
Ji Tevgera Însoumîse ya Fransayê Emmanuel Fernandes jî axivî û anî ziman ku fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê girîng in. Fernandes diyar kir ku divê fikrên Rêber Apo yên li dijî rejîmên totalîter bê parastin û got: "Li Fransayê tifaqeke nû di hilbijartinan de bi ser ket. Weke çepgir, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan, divê em li dijî van desthilatdariyên otokratîk bibin yek. Ji ber vê yekê ez daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikim. Ez endamê Konseya Ewropayê me, gelê Kurd zêdetirî 15 sal in ji bo azadiya Ocalan li Strasbourgê çalakiyê dikin. Ev çalakî îlhamê dide me.”
Fernandes destnîşan kir ku tiştên li Îmraliyê qewimîn dijmirovî ne û bêhesasiyeta saziyên pêwendîdar rexne kir.
DIANA URREA HERRERA: JI BO OCALAN ÇALAK TEVBIGERE DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN
Parlamentera BASK'ê Diana Urrea Herrera bi gotina "Ji Ocalan re azadî" dest bi axaftina xwe kir. Duana Urrea Herrera diyar kir ku divê li hemû cîhanê feraseta xwişk û biratiyê bê pêşxistin û got: "Em ê her tim bi Kurdan re bin û têkoşîna xwe bidomînin. Îro li vir konferanseke gelekî girîng heye. Ev pêngava ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin gelekî girîng e. Di pêvajoyeke ku her kesî digot ‘şer’ Ocalan got ‘aştî’. Pêvajoya aştiyê da destpêkirin behsa avakirina civaka demokratîk kir. Ez wisa difikirim ku ev gelekî girîng e. Her çiqasî tecrîda li ser Ocalam qismî hatiye rakirin jî şertên ji bo bi awayekî çalak tevbigere nehatiye afirandin. Ji bo vê divê em têkoşînê bidomînin. Ji bo hêzên navneteweyî înîsiyatîfê bigirin divê em têkoşînê mezintir bikin. Ji ber vê yekê ev konferansa navneteweyî gelekî girîng e. Welatê BASK’ê bi gelên Kurdistanê re ye. Li her derê têkoşînê be hev re dimeşînin.”
ACERBO: LI ZINDANA FAŞÎSTAN TÊKOŞÎNA DIJFAŞÎST NÎŞAN DA
Ji Çepgirên Ewropayê Maurizio Acerbo serdema ku Rêber Apo li Romayê bû bi bîr xist. Acerbo diyar kir ku têkoşîna azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hemû gelên cîhanê eleqedar dike. Acerbo destnîşan kir ku fikrên Rêber Apo referans in û wiha dom kir: "Ocalan di zindana faşîstan de têkoşîna li dijî faşîzmê çawa tê meşandin nîşan da. Ji bo hemû girtiyên siyasî rêya têkoşînê nîşan da. Ji bo yên li derve jî xeta têkoşîna polîtîk rêsand. Em wî re di heman rêyê de dimeşin û xwedî li daxwazên wî derdikevin. Em hevalên wî yên têkoşînê ne. Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku azadiya Abdullah Ocalan divê mîna azadiya Nelsom Mandela bê misogerkirin. Êdî dem hatiye; divê Ocalan azad bibe.”
ARNOTT: ŞERTÊN ÎMRALIYÊ NEGUHERIYE
Ji Sendîkaya Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott êrîşa li dijî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Londonê şermezar kir. Mike Arnott diyar kir ku ligel nîqaşên li Tirkiyeyê didomin jî di rewşa Rêber Apo de ti guhertin çênebûye. Arnott da zanîn ku divê tecrîda li ser Rêber Apo timî di rojevê de be û got: "Banga 27'ê Sibatê ya Ocalan gelekî girîng bû."
Arnot çalakiyên protestoyî yên di çarçoveya pêngavê de tên lidarxistin vegot û banga mezinkirina têkoşînê kir.
BAYINDIR: PARADÎGMA ABDULLAH OCALAN DEMOKRASÎ YE
Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku Rêber Apo bi demokrasiyê pirsgirêkan çareser dike. Bayindir pêngavên aştiyê yên berê bi bîr xist û got: "Hemû înîsiyatîf ji aliyê dewletê ve vala hatin derxistin. Me jî weke we di çarçoveya pêngavê de çalakî li dar xistin. Pêngava we ya navneteweyî bandor li Bakurê Kurdistanê jî kir. Serketina vê pêngavê pêvajoya aştiyê ya ku didome afirand. Bi vê pêngavê re Ocalan ê ku dihat xwestin bê jibîrkirin kete rojeva gel."
Bayindir anî ziman ku divê dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê misogerkirina azadiya Rêber Apo girîng e. Bayindir destnîşan kir ku hemû hêzên navneteweyî bersiva banga Rêber Apo dan û wiha domand: "Banga Abdullah Ocalan rê û çareseriyeke alternatîf pêşkêş dike. Siyaseta cîhanê ya heyî li şer û dagirkeriyê teşe digire. Lê Abdullah Ocalan çareseriyeke din pêşkêş kir û nîşan da ku rêyeke din mimkûn e. Ji ber vê yekê ev bang ji aliyê hemû hêzan ve girîng hate dîtin û tê nîqaşkirin."
Şaredara Bolonyayê Emily Clancy jî diyar kir ku bajarê Bolonyayê bi tevgera Kurd re têkiliyên germ daniye û anî ziman ku gelek derdorên weke femînîst, ekolojîst û sosyalîst xwedî li fikrên Rêber Apo derketin û spasiya Abdullah Ocalan kirin. Me mafê welatîbûnê da Abdullah Ocalan. Em hêvî dikin ku Ocalan di demeke nêz de azad bibe."
Berdevkê Sendîkaya COBAS'ê Piero Bernocci pirsgirêkên ku gelê Kurd dijîn bi bîr xist û anî ziman ku gelê Kurd 100 sal in ji mafên xwe bêpar e.
Dîrektora Komîteya Mafên Mirovan a CTA-Autónoma María José Cano axaftina dawî kir. María José Cano çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo yên li Artjantînê hatine lidarxistin vegot û anî ziman ku divê demildest Rêber Apo azad bibe.
Piştî panelê li Navenda Çandê ya Araratê xwarênên Kurdî hat nasandin û Muzîka Folklorî ya Îtalyayê hat pêşkêşkirin.