Haydar Îrfan Dayioglû li Fransayê jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedarê Kurd, nivîskar û aktîvîstê Elewî Haydar Îrfan Dayioglû 16'ê Nîsanê li herêma Bretagne ya Fransayê jiyana xwe ji dest da.
Siyasetmedarê Kurd, nivîskar û aktîvîstê Elewî Haydar Îrfan Dayioglû 16'ê Nîsanê li herêma Bretagne ya Fransayê jiyana xwe ji dest da.
Keça wî li ser medya dîjîtal parvekirineke hestewar kir û got, "Me bavê min, hevrêyê min ber bi ebediyetê ve bi rê kir. Nasnameya xwe ya berxwedêr ji me re weke mîrate hişt û çû gel hezkiriyên xwe."
JI SALA 1980'Î Û VIR VE LI SIRGÛNÊ BÛ
Dayioglû salek berî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ji Tirkiyeyê koç kiribû û derketibû derveyî welêt. Ji sala 1982'an û vir ve weke penaberê polîtîk li Fransayê dima. Dayioglû jiyana xwe da têkoşîna şoreşger, lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd û rêxistiniya civaka Elewî. Dayioglû zewicî bû û bavê zarokekê bû.
Di weşanên Cephe, Toplûmsal Kûrtûlûş û Berxwedan de nivîs nivîsî, li çapemeniya Kurd ên weke Ozgur gundem û Ozgur Polîtîkayê jî nivîskarî û nûçegihanî kir.
Di navbera salên 1996 û 2003'an de li Federasyona Elewiyan a Kurdistanî wezîfeya rêveberiyê kir. Di dema dawî ya kovara Zulfîkar û salên destpêkê yên kovara Semahê de derhêneriya weşana giştî kir.
Di heman demê de weke nûnerê Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê du dema endametiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kir. Di Medya TV de salekê derhênerî ji bernameya 'Alevî Erkani' re kir.
Li gel Îbrahîm Yalçin pirtûka bi navê 'Rêxistinek - Jiyanek / Mehmet Koç' nivîsî û tevkariyeke girîng li dîroka têkoşînê kir. Îrfan Dayioglû mohra xwe danî binê pirtûkek bi navê 'Sekna Serbilind'.