Li Awûstralyayê ji bo namzeta parlamenteriyê ya Kurd bernameya nasandinê hat lidarxistin
Jina Kurd Dilvan Yildiz Bîrcan a ku yekemîn namzeta Parlamentoya Federal a Awûstralyayê ya herêma Mirchellê ye, li Sydneyê kampanyaya danasînî da destpêkirin.
Jina Kurd Dilvan Yildiz Bîrcan a ku yekemîn namzeta Parlamentoya Federal a Awûstralyayê ya herêma Mirchellê ye, li Sydneyê kampanyaya danasînî da destpêkirin.
Kesayetên girîng û alîgirên Partiya Karker (ALP) a Awûstralyayê beşdarî kampanyaya danasînî bûn. Endamê Meclîsa Jorîn a NSW’ê Peter Primrose, parlamenterê berê Laurie Ferguson, Immanuel Selvara, nûnerên rêveberiyên xwecihî û endama Meclîsa Bajarê Liverpool Mira Ibrahîmî jî di kampanyayê de amade bûn.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydney (DKTM) jî tevlî kampanyayê bû. Hevseroka DKTM'ê Ronahî Qendîl di axaftina xwe de got, "Gelê Kurd bi taybetî jin bi salan e ji bo dîtin û temsîliyetê têdikoşe. Îro jina Kurd a bi wêrekî di nava siyasetê de ye, ne tenê namzet e, di heman demê de dengê nasname, ziman, çand û têkoşîna me ya azadiyê ye. Em bi Dilvan serbilind in."
Dilvan Yildiz Bîrcan ji malbateke Kurd a bi eslê xwe ji navçeya Sariz a Sêwasê ye û di sala 1973’yan de koçî Awûstralya kiriye, di danasînê de axivî. Dilvan di axaftina xwe de bal kişand ser hêz û piştgiriya ku ji civaka Kurd a Awûstralya wergirtiye û anî ziman ku bi vê hêz û piştgiriyê wê dest bi rêwîtiya siyasî kiriye.
Dilvan Yildiz Bîrca wiha axivî: "Ev namzetî ne tenê ya min e, ya me hemûyan e. Ji bo ku bibim dengê beşên cuda yên civakê, ji bo ku pirsgirêkên bi salan tên paşguhkirin bi hev re çareser bikin bûme namzet.”
Tîma kampanyayê jî bal kişand ser girîngiya xebatên dildariyê û xwestin her kes bi awayekî çalak tevlî xebatan bibin.